Şewata li Çiyayê Bagokê derket gundiyan vemirand

  • 13:52 5 Tebax 2019
  • Ekolojî
MÊRDÎN - Şewata li bejahiya Çiyayê Bagok ku berî bi du ronan derket  û li bejahiya Midyat- Hezexê belav bû ji aliyê gundiyan ve hat vemirandin. 
 
Gundiyên herêmê ji sibehê heta êvarê hewl dan şewata li  bejahiya Çiyayê Bagokê ya piştî pevçûna 2'yê Tebaxê derket vemirînin. Şewata ku bi hinceta operasyona leşkerî heye nehat hiştin ji aliyê gundiyan ve bê vemirandin, ber bi bejahiya Hezexê ve belav bû. Şewat piştî li bejahiya Gundê Şukrî, Xirabê Mişkan, Sîderî, Badîbbe, Mezra Seyîda, Marîne bû sedema texrîbatên mezin, ji aliyê gundiyan ve hat vemirandin.
 
Herwiha li herêma ku veguherî xweliyê hat diyarkirin ku Goristana Bagokê jî ji bo neşewita ji aliyê gundiyan ve hatiye parastin.