Semra Yeşîl: Em hewl didin berhemên xwezayî qirêj nakin çêbikin

  • 09:05 4 Tebax 2019
  • Ekolojî
Rengîn Azîzoglu
 
DÊRSÎM - Semra Yeşîl ku li Dêrsîmê bi nebatên xwezayî berhemên kozmetîk hildiberîne wih agot: “Em hewl didin xwezayê qirêj nekin û berhemên paqij hilberîn. Hewcedariya her kesî bi xurekên paqij û avê heye. Ji ber vê jî divê berhemên xwezayî û paqij hilberînin.”
 
Semra Yeşîl ku li Stenbolê di fîrmayeke tekstîlê de kîmyager bû, ferq dike ku alerjiya wê li hember madeyên kîmyewî heye û ji ber vê vedigere Dêrsîmê û berhemên kozmetîk yên xwezayî hildiberîne. Semraya ku berhemên xwezayî hildiberîne hem ji zanistê û hem jî  Berhemên Xwezayî sûdê digire. 
 
‘Ez li dijî madeya  kîmyewî ketim vê rêyê’
 
Semrayê çîroka xwe ya vê xebatê wiha vegot: “Ez fêrbûm kir ku alerjiya min heye. Ez ketim nav lêgerînê. Min çareserî dît û piştre min dest bi çêkirina berhemên xwe kir. Min sabun, krem û runên cur bi cur çêkirin. Min ewil ji bo xwe çêkir, piştre jî min ferq kir ku divê terza jiyana xwe biguherim. Ez vegeriyam bajarê xwe. Min logoya xwe jî çêkir. Berhem hemû keda min in. Hilberîna wan ez dikim.”
 
‘Vegera warê xwe biryarek bi zanebûn bû’
 
Semrayê bi lêv kir ku xwestiye berhemên xwe bi nebatên axa xwe çêbike û wiha pê de çû: “Hevalên min yên Egeyê bi kulîlên bajarên xwe kozmetîka xwezayî, sabun çêdikirin. Min got divê kozmetîkeke xwezayî ya Dêrsîmê jî hebe. Di alî pîşeyî de jî min ev kar dizanibû. Min der barê kozmetîka ji nebatan çêdibe jî perwerde girt. Ez du salan çûm çewlîkan û bi dildarî xebitîm. Min hewl da bi her awayî tevli xebatan bibim. Du sal berê hatim vir. Dema hatim vir mirov ji vir çibûn, kes nemabû. Di deme ku her kes vêderê terk dikir de ez vegeriyam. Ev bi zanebûn bû. Ez hestiyar tevgeriyam. Vegera min bertekeka li dijî pergalê bû.”
 
‘Bêyî ku xwezayê qirêj bikim dixebitim’
 
Semrayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li malê atolyeyek min ya biçûk heye. Hemû berheman ez çêdikirm. Min bi sabunê dest pê kir. Piştî sabunê min dest bi kreman kir. Min berhemên şexsî yên hewcedariya kesan bi wan hene hilberandin. Ez hilberînereke mezin nîn im. Ez naxwazim wisa jî bibim. Ez berhemên ku zirarê nadin xwezayê çêdikim. Ez bi nebatên li Dêrsîmê şîn dibin çêdikim. Ez ji beybun, çatirî û hrwd. berheman hildiberînim. Ji gundan kom dikim û tînim. Rîtueleke berhevkirina nebatan heye. Em li gorî vê rîtuelê tevdigerin. Ez bi awayê talanker van nebatan kom nakim. Ez ji sêyan yekê li xwezayê dihêlim. Hewcedariya xwe digirim. Ez ji cihekî hemûyan kom nakim û nayêm. Cih bi cih kom dikim. Ez beyî zirarê bidim xwezayê kom dikim.”
 
‘Ez zanîna xwe tevlihev dikim’
 
Semrayê diyar kir ku ew karê xwe bi zanîna zanist û kevneşopiyê tîne cem hev û got: “Ez aliyê zanînê lêkolîn dikim, fêr dibim û dixwînim. Lê aliyekî vê yê kevneşopiyê jî heye. Bedena me beşa herî mezin a bedena me ye. Di berhemên kozmetîk de em rastî kîmyasalê tên. Kozmetîk dikeve kategoriya luks. Ji ber vê jî bi qasî xwarinê divê mirov xwe bigihînin berhemên paqij yên kozmetîkê jî.”