Agir bi Çiyayê Bagokê yê pevçûn lê qewimî, ket

  • 17:03 3 Tebax 2019
  • Ekolojî
MÊRDÎN - Do di saetên şev de li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir û di encamê de agir bi Çiyayê Bagokê yê pevçûn lê qewimî, ket.
 
Do di saetên şev de li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir û di encamê de agir bi Çiyayê Bagokê yê pevçûn lê qewimî, ket. Li gor agahiyên ji gundiyan hatin girtin, hat diyarkirin ku bi hinceta operasyon heye mudaxaleyî agir nehatiye kirin. Her wiha hat hînbûn ku ji ber mudaxaleyî agir nehatiye kirin, agir li der û dorê belav bûye. 
 
Di rojên borî de ji ber sedemên ne diyar agir bi Bagokê ket û şeş gundên Suryaniyan zirar dîtibû.