Di rojekê de 353 mîlyon dar hatin çandin

  • 09:20 2 Tebax 2019
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Etiyopyayê kampanyaya çandina daran hat destpêkirin û di nav rojekê de 353 mîlyon dar hatin çandin. 
 
Kampanyaya çandina daran a ku bi însiyatîfa hikûmeta Etiyopyayê hat destpêkirin di nav rojekê de gihaşt asta herî jor û tê armanckirin ku dê heta meha cotmehê li tevahiya welat dê 4 mîlyar dar bên çandin. Li gorî daxuyaniya fermî li tevahiya welat heta niha 353 milyon dar hatin çandin.
 
Di serî de karmandên dewletê û gelê herêmê zêdetir tevlî tevlî kampanyayê dibin. Bi çarçoweya kampanyaya çandina daran a li Etîyopyayê rekorek jî hat şikandin, li cîhanê di rojekê de darên herî zêde bi 353 mîlyonan li Etîyopyayê di rojekê de hatiye çandin. 
 
Di sala 2016'an de li Hindistanê 50 mîlyon şitl hatibûn danîn, herî dawiyê jî tîrmeha borî li Hindistanê 66 mîlyon dar hatibûn danîn.