Bendavên di bin erdê de wê tenê ji sermayeyê re xizmetê bikin

  • 09:10 2 Tebax 2019
  • Ekolojî
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Di demên dawî de projeya bendavên di bin erdê de, hat rojevê û tê îdiakirin ku wê li gelek bajaran bê çêkirin. Ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol bal kişand ser xetereyên van bendavan û got: “Ji ber kontrol bi bendavên di bin erdê de tune ye, wê rê li ber pirsgirêkên cidî vebike. Bi vê projeyê wê ji sermayê re xizmet bê kirin.”
 
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pademîrlî, di rojên borî de di bernameyekê de diyar kir ku wê bi plana çalakiyê re li gelek bajaran bi giştî wê 100 bendavên bin erdê ava bikin. Yek ji van cihên ku wê ev bendav lê bê çêkirin Mêrdîn e.
 
Endama Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol da zanîn ku wê di çêkirina bendavê de li ser erdê riyek cuda bê şopandin û wiha got: “ Bendavên bin erdê, li dijî herikîna ava bin erdê, bi armanca wek perdeyekê bê avakirin, di nava akîfeyên avê de tê depokirin. Akîfên xwezayî, tevî ku di hundirê wê de tê avakirin, dikare akîfên çêker jî ava bike û bê avakirin. Bi taybet li cihên ku gelî teng dibe û di akîfên yeko yeko de dikare bê avakirin û di salên dawî de di hawirên zinaran de û peravan de jî dikare bê avakirin. Ev ji bo hewcedariya cihên qerebalix û avdana erdên çandiniyê tê bikaranîn.”
 
‘Ji ber ava ser erdê texrîb bûye serî li vê rê didin’
 
Deryayê destnîşan kir ku ji ber çavkaniyên avê û cihê Mêrdînê biryar hatiye dayîn ku li wir jî bendav bê çêkirin û got: “Li Mêrdînê hewce bi akîfên çêker tune ye. Akîfên xwezayî ji xwe li wir hene. Yanî herêmeke di alî jeoteknîk de, di cih de ye. Her wiha li Mêrdînê çandiniya endustriyel jî zêde tê kirin. Ji bo ev pergal bê berdewamkirin hewcedarî bi avê heye. Bi salane çavkaniyên avê yên rûyê erdê hatin texrîbkirin. Ji ber vê jî dixwazin mudaxaleyî çavkaniya avê ya binê erdê bikin.”
 
‘Wê bi bendavên di bin erdê de hişkesalî derkeve holê’
 
Deryayê bi lêv kir ku di bendavên bin erdê de texrîbat bi çavan nayê dîtin, lê herikîn li herêmên jêr wê rê li ber hişkesaliyek cidî vebike û li bajarên ku wê bendav bê çêkirin jî wê di pêşerojê de pirsgirêkên cidî derkevin holê. Her wiha bi vê projeyê ji sermayê re xizmet tê kirin. Yanî av ji bo berjewendiya sermaye û kapîtalîzmê tê bikaranîn.”