'Em dixwazin ji Egeyê deng bidin Heskîfê'

  • 09:09 26 Tîrmeh 2019
  • Ekolojî
ÎZMÎR - Berdevka demî ya EGEÇEP Alîme Yilmaz diyar kir ku projeya Bendava Ilisu tê wateya ku qadên herî taybet tune bikin û ji bo Heskîf nebe wek bajarê antîk yê Alîanoî, hîna pir dereng nîne.
 
Ji Koma Hewldana Allîonî û di heman demê de Berdevka Demî ya Platforma Hawirdorê ya Egeyê (EGEÇEP) Alîme Yalçin, balkişand ser Heskîfê û da zanîn ku ji bo Heskîf jî wek bajarê antîk yê Allîonî di bin avê de nemîne ew dixwazin ji Egeyê deng bidin Heskîfê.
 
‘Ji bo parastinê çi hewcebê em ê bikin'
 
Bajarê Antîk yê Allîanoî yê li navçeya Bergama ya Îzmîrê bû, tevî ku biryara wê ya parastinê hebû di 2011’an de di bin Bendava Yortanli de ma. Alîmeyê bi lêv kir ku ew ji bo Heskîfê jî bi fikarin û li dijî vê xetereya ku Heskîf pê re hatiye rû hev, dengdayîna Egeyê gelek watedare û wiha pê de çû: “Ji ber ku li wir jî dewlemendiyeke gelek mezin a dîrokî ku hîna derneketiye holê heye. Ev mîrateyên aîdê mirovahiyê ne. Ji bo bê parastin çi ji destê me bê em dikin. Têkoşîn tu car nasekine. Hêvîdarim heta dawiyê ev têkoşîn bidome.”
 
‘Ji Egeyê ji bo Heskîfê deng’
 
Alîmeyê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku gelek qadên jiyanê, paşeroja mirovên li vir û pêşeroj wê tune bibe û wiha dawî lê anî: “Divê tenê mirov wek navenda mirovahiyê lê mêze nekin. Gelek nebat, zindî, sewal li wir hene. Tunekirina van qadên taybet ne rewşeke ku bê qebûlkirinê ye. Li dijî vê em wek EGEÇEP’ê li dijî vê pêkanîna li hember Heskîfê wê dengê xwe bilind bikin.”