Koordînasyona Heskîfê: Dê sedema şewatê lêkolîn bikin

  • 11:30 25 Tîrmeh 2019
  • Ekolojî
ÊLIH - Koordînasyona Heskîfê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser şewata li Heskîfê û da zanîn ku dê şandeyek ji rêxistinên sivîl ava bikin. Şandê dê li Heskîfê li ser sedema şewatê û texrîbatên şewatê dê lêkolînan bikin. 
 
Koordînasyona Heskîfê ya Êlihê li ser şewata di beriya çend rojan derketî de daxuyaniyeke nivîskî da. Koordînasyonê di daxuyaniyê de şewata ku roja yekşemê li Heskîfê dest pê kirî bi bîr xist û wiha got: ''Yekşema bihurî li jora kelehê bi sedemeke ne diyar şewatê dest pê kir û heta derengiya şevê dom kir. Şewata ku nêzî sê saetan dom kir, bûye ziyaneke  din a li Heskîfê.''
 
Di daxunaniyê de hat destnîşan kirin sedama şewatê nayê zanîn ku li ku û çawa dest pê kiriye û ziyaneke çawa daye avahiyên dîrokî û şikeftan û daxuyanî wiha dom kir: "Tenê wesayiteke agirkuj hatiye herêmê, lê divê şewat bi hewayê ve bihata mudaxalekirin. Te xuyakirin ku mudaxaleya şewatê qels e."
 
Koordîasyonê di daxuyaniyê de bal kişand li ser lêkolînên xwe û agahiyên ku bi dest xistin û wiha hat gotin: "Şewat ji hêla rayedarên dewletê û fîrmayê ve hatiye derxistin. Şêniyên Heskîfê dibêjin ku heta niha şewateke bi vî rengî çênebûye. Çûn û hatina li vir hatiye qedexekirin û tenê karkerên ku di fîrmayê de dixebitin tên û diçin. Bi taybetî rayedarên fermî dikarin biçin herêmê. Nayê zanîn ku çiqas qad şewitiye, çiqas zerar gihaştiye berhemên dîrokî û çandî. Em ê li ser mijara şewatê lêkolîn û xebateke fermî bidin dest pê kirin."
 
Koordînasyonê di dawiyê de da zanîn ku dê şandeyek ji rêxistinên civakî ava bikin ku bila li Heskîfê lêkolînên berfireh bikin.