Li Elmanya û Fransayê pîleya germahiyê bilind bû

  • 09:25 25 Tîrmeh 2019
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Elmanya û Fransayê li gorî sala derbasbûyî germahî zêdetir bûye û li gorî rayedarên meteorolojiyê ya Elmanyayê dê li gelek bajarên mezin wê germahî  derkeve 41 pîleyan. 
 
Li Elmanya û Fransayê li gorî sala derbasbûyî germ e û îsal baran nebariye. Lewma ava gelek çeman kêm bûye. Germa zêde bandoreke giran li çandiniyê jî kiriye. Li Elmanyayê ku hewa gelekî germ e, rekora germahiyê ya sala 2015'an bi 40.5 pileyî nû bû. Tê texmînkirin ku germahî îro bigihêje 41 pileyî. Li gorî agahiyên Servîsa Meteorolojiyê ya Elman (DWD) doh germahî li bajarê Gelsenkirchenê gihîşt 40.5 pileyî û bi vî rengî rekora li Elmanyayê şikand.
 
DWD'ê bi bîr xist, germa zêde herî dawî 5'ê tîrmeha 2015'an li bajarokê Kitzingen ê Bavyerayê hatibû pîvandin. Li gorî rayedarên meteorolojiyê ya Elman, li eyaleta Nordrhein Westfalenê ku gelek bajarên mezin lê ne wê germahî îro 41 pile be.