Di 24 setan de 800 donum puş şewitî

  • 13:34 24 Tîrmeh 2019
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Pîremegrun, Pênciwên û Silêmaniyêyê di nava 24 saetên dawî de nêzî 800 donum puş şewitî.
 
Di 24 saetên dawî de nêzî 800 donum puş li herêma Pîremegrun, Pênciwên û Silêmaniyê şewitî. Rêveberê polîsên daristan û jîngeha Silêmaniyê Hêmin Kemerxan bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandi ku di nava 24 saetên dawî de, li gundên Sosê Kon, Qoçe Balax, Ewelan a li bajarokê Piremegrun, navçeya Pênciwên, Çiyayê Giwêje ê li Silêmaniyê nêzîkî 800 donum qada puş lê heyî şewitiye.
 
Her wiha Hêmin got ku li gundên Pîremegrun ji bilî şewata puş ziyanek mezin gihiştiye bax û baxçeyê welatiyan jî û da zanîn sedema şewatê nayê zanîn û lêkolîn dane destpêkirin.
 
Li gorî agahiyan li navçeya Pênciwên 200 donum puş şewitî û ziyanek mezin gihişt daran. Her wiha gelek bax û baxçeyê gundiyan jî şewitî ne. Ji bilî wê li Çiyayê Guwêje yê Silêmaniyê jî 25 donum qada puş lê heyî şewitî ye.