Li Silêmaniyeyê 15 donim erazî şewitî

  • 15:35 16 Tîrmeh 2019
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêmên Sîtek û Hewarî Şar ên Silêmaniyê 15 donim poş û pawan şewitî. Ji ber şewatê kesek hat binçavkirin.
 
Li Silêmaniyê ya Herêma Federal a Kurdistanê 15 donim poş û pawan şewitî. Li gorî agahiyên Rêveberê Ragihandina  Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngeha Silêmaniyê Hêmin Kemerxan Efendî dane, duh li herêmên Sîtek û Hewarî Şar ên Silêmaniyê 15 donim poş û pawan şewitî.
 
Li gorî agahiyan li gundê Binawîke ê bajaroka Sîdek şewat derket. Ji ber şewata derketî 7 donim poş û pawan şewitî. Her wiha darên xwezayî jî şewitîne. Şewata derketî ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hat vemirandin. Her wiha ji ber şewatekê kesek hat binçavkirin.
 
Her wiha li Hewarî Şar jî ji ber temasa ceryanê şewat derket. Demildest tîmên agirkujiyê gihîştin cihê şewatê. Ji ber şewatê 8 domin erazî şewitî. Her wiha nêzî 500 daran ji zirer dît.