Li Geliyê Avasipî baxçe hişk bûn, berhem kêm bûn!

  • 09:09 16 Tîrmeh 2019
  • Ekolojî
MÊRDÎN - Çavkaniya ava Geliyê Avasipî ya ku di navbera riya Nisêbîn-Mîdyatê de ye û hewcedariya ava herêmê peyda dike, ji ber kanalên kişandinê cihên din ava wê roj bi roj kêm dibe. Xwediyên erdan diyar kirin zehmetiyan dikşînin û berhemên wan hişk dibin.
 
Avasipî ya bi çavkaniya ava xwe ya xwezayî hewcedariya ava Mêrdîn û navçeyên wê peyda dike, asta ava wê her diçe kêm dibe. Geliyê ku nêzî 20 kîlometreye û li ser riya Nisêbîn-Mîdyatêde ye berhemên erdan jî kêm dibe. Yekitiya avdanê ya li navçeyê bi kanalên vekirine û ji ber bendavên hatine çêkirin av kêm dibe û cotkar nikarin berhemên xwe av bidin. Bi kêmbûna avê re mirina masiyan jî zêde dibe û divê demildest tedbîr bên girtin.
 
‘Av bi taybet didan cihên hişk’
 
Dîlan Aslan ya li gelî li baxçeyê xwe hilberînê dike diyar kir ku 6-7 sale ji ber avê dikşînin cihekî din, ew bê av dimînin û wiha got: “Dema qedexeyan de piranî av dibirîn û didan cihên aliyên çolê. Tê bîra min em wê demê dihatin vir zivistan havîn ferq nedikir, ava me tune bû. Cotkarên vir dest ji çandiniyê berdan. Ev der baxçeyên fêkiyan bûn. Lê niha her der hişk bûye. Berê gûzên girîng ji vir derdikevin. Fêkiyên xweş ji vir derdiketin. Lê niha ji ber av namîne kes tiştekî nake.”
 
‘Zarokên me wê van deran nebînin’
 
Dîlanê destnîşan kir ku ger wisa berdewam bike û tedbîr neyê girtin wê herêm bibe çol û wiha pê de çû: “Zarokatiya me li vir derbas bû. Lê wê di salên pêş de ev der hemû bibe çol. Zarokên min wê ava vir bi bîr neynin. Wê dar nemînin. Avê bi kanalan didin cotkarên dewlemend. Ev aydê vir e. Jiyanê dide vir.”
 
‘Rê li ber koçberiyê vedike’
 
Dîlanê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gel û xwediyên erdan kir ku li dijî vê pêkanînên bikevin tevgerê û wiha pê de çû: “Em wek hilberîneran dixwazin berhemên xwe yên wek berê bidest bixin. Hûn dibînin hemû berhemên me hişk dibin. Em gundî hewcedariyên xwe ji vir digirin. Ev biqede wê gund nemîne. Her kes biçe. Mirov jî neçarî koçî bajaran dikin.”