Şikeftên Birkleynê rastî eleqeyeke mezin tên

  • 09:05 14 Tîrmeh 2019
  • Ekolojî
AMED - Şikeftên Birkleyn yên li Licê ye û bi mezinahiya xwe hemû kesî heyran dihêle bi hatina havînê re ji gelek turîstên herêmî û biyanî re malovaniyê dike.
 
Li navçeya Licê ya Amedê şikeftên Birkleyn yên dîrokî ya 95 kîlometreyî ji navçeya Licê dûre rastî eleqeyeke mezin tên. Tevî ji turîzmê re nehatiye vekirin jî ji aliyê gelê herêmê ve tê zanîn û dîroka wê xwe dispêre beriya zayînê. Şikeftên bi xweşikahiya xwe balê dikşînin dawiya hefteyan cihê rûniştinê lê namîne.
 
Ji gelek zindiyan re malovaniyê dike
 
Şikeftên li ser riya Çewlîk-Licê ne, bi meznahî û xwezaya xwe balê dikşîne. Di şikeftan de ava çavkaniyan jî heye û ji dehan cureyê zindiyan re jî malovahiyê dike. Kesên diçin serdana şikeftan demekê pêve hildikşîn û meznahiya şikeftê li Tirkiyeyê kêm tê dîtin. Tevî restorasyon nehatiye kirin jî zirar nedîtiye. Yên di şikeftê de li xizneyê geriyane jî bi metreyan cih kolandine û negirtina van çalan jî rê li ber xetereyan vedike.
 
Xwe dispêre Beriya Zayînê
 
Dîroka şikeftê wiha ye: Li navçeya Licê bermahiyên dîrokî yên girîng yên beriya Zayînê û piştî wê hene. Ji van bermahiyan tê dîtin ku şikeft di bin serdetiya artêşa Îskender de maye. Belgeyên herî girîng yên vê Stela aydê Hikûmdarê Asur 1. Tîglatpleser û 2’emîn Tîglatnînîp û kîtabene.
 
Dîsa bernameyên kelehê ya li ser zinaran jî nîşan dide ku aydê dem Îskenderin. Kelehên Çeper, Mele û Atak, Xirabeyên Dakyanus yên deşta Fîsê, Dêra Akkîlîse ya gundê Atak jî hîna di alî dîrokê de nehatine lêkolînkirin. Bi taybet lêkolînên li xirabeyên Dakyanus û gundê Atak bên kirin wê ji pêşerojê de agahiyên girîng ragihîne.