Têketina Çemê Dîcleyê girêdayî destûrê ye

  • 12:12 13 Tîrmeh 2019
  • Ekolojî
ÊLIH - Di van rojên ku rêxistinên ekolojiyê amadekariya çalakiya "Avêtina Mezin a Dîcleyê" ku dê li Heskîfê bê lidarxistin, dikin, Qaymeqamiya Heskîfê têketina Çemê Dîcleyê jî di nav de hemû çalakiyên ku di navbera 11 û 26'ê Tîrmehê de li navçeyê bên lidarxistin, girêdayî destûrê kir. 
 
Di vê dema ku rêxistinên ekolojiyê ji bo Heskîf di bin Bendava Ilisûyê de nemîne, têdikoşin, Qaymeqamiya Heskîfê jî hemû çalakiyên ku di navbera 11 û 26'ê tîrmehê de li navçeyê bên lidarxistin, girêdayî destûrê kir. Balkêşe ku biryar di 11'ê tîrmehê de hatiye girtin lê qaymeqamiya Heskîfe rojek piştî biryarê daxuyaniya xwe weşand. Li gorî daxuyaniya qaymeqamiyê çalakiyên wekî daxuyanî, mîtîng, civînên li cihê girtî û vekirî, meş, daxuyaniya çapemeniyê, vekirina kon, vekirina stantê, çalakiya rûniştinê, merasîma bibîranînê, belavkirina belavokan, daleqandina afîş û pankartan û têketina Çemê Dîcleyê ya di qada berpirsyariya polis û leşkeran de girêdayî destûrê ye. 
 
Ji ber ku dê sibêhê ji aliyê rêxistinên ekolojiyê ve ji bo Heskîf di bin Bendava Ilisûyê de nemîne, çalakiya "Avêtina Mezin a Dîcleyê" bê lidarxistin, biryara qaymeqamiyê gelek balê dikişîne.