Laxima kafeyan diherike çemê Dîcleyê

  • 09:07 12 Tîrmeh 2019
  • Ekolojî
AMED - Kafeyên derdora Çemê Dîcleyê, laxima wan diherike çem. Ev li aliyekî dîmena şîn a çem tune dike û li aliyê din jî rê li ber nexweşiyan vedike.
 
Çemê Dîcleyê yê xwedî dewlemdiyeke zindî ye, ji bo Amedê xwedî qadeke jiyana ekolojîk û aborî ya girîng e lê vê taybetiya xwe roj bi roj winda dike. Çemê Dîcleyê ku di 2015’an de ji aliyê UNESCO ve bi Sûrên Amedê re ket Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê, tevî vê biryarê terkî qedera wê hatiye kirin. Li dora çem kafeyên zêde bûne zirarek mezin didê û laxima tuwaletên kafeyan diherike çem û ev jî rê li ber tunebûnê vedike.
 
Tu tedbîr nayên girtin
 
Pira Dehderî ya amedê rastî eleqeyeke mezin a gelê herêmê û turîstan tê. Yên dixwazin vê binirxînin, li Pira Dehderî kafe vekirine û aboriya xwe peyda dikin. Xwediyên kafeyan yên vê difikirin, qirêjbûna Çemê Dîcleyê ji nedîtîve tên. Laxima tuwaletan diherike çem û balkêşe jî tu tedbîr jî nayên girtin. Ev rewş rê li ber xetereyê vedike û nexweşiyan jî bi xwe re tîne.
 
Gelê ku qirêjiya çem dibînin, bang li rayedaran kirin ku çareseriyekê bibînin.