Li gundên Dêrikê ku coha avê wê tê de derbas bibe, koçberiyê li gel ferz dikin

  • 09:12 10 Tîrmeh 2019
  • Ekolojî
MÊRDÎN - Coha Avdanê ya Mêrdîn-Serêkaniyê, li Dêrikê li herêma ku derbas dibe, ji bo çêkirina depoyê xebatan dest pê kir. Di bin navê cemawerîkirinê de, xanî û erdên gundiyan wê di bin avê de bimînin û gundiyên nexwestin ji malên xwe derkevin jî serî li riyê hiqûqî dan.
 
Midûriyeta Giştî ya Karê Avê ya Dewletê (DSÎ) bi projeya meşandin, Coşa Avdanê ya Mêrdîn-Serêkaniyê çêkirin û xebatên depoya li Dêrikê bê çêkirin jî dest pê kiribû û sê sale didome. Bi ava ji Bendava Ataturkê wê bînin, li herêmê wê coha avdanê bê çêkirin û ji bo vê bi hezaran hektar erd ji bo xebatê hatin vekirin. Bi xebata tê kirin mezrayek û du gund wê di bin avê de bimînin. 4 hezar û 350 hektar qad ji bo coha avê ji aliyê DSÎ ve hat cemawerîkirin. Hat hînbûn ku pereyê erdê gundiyan piranî hîna nehatiye dayîn, xebat didomin û koçberiyê li gelê derdorê  didin ferzkirin.
 
Di 2017’an de dest bi xebatê kirin
 
Ji bo depoya avê ya 187 mîlyon û 408 hezar lîra wê lê biçe, îsal li gundê Ambarli wê 4 hezar û 350 dekar erd bê bikaranîn. Xebatê di 2017’an de dest pê kir û bi dehan kepçe û kampyon li wir dixebitin. Gundî ji ber kampyonên derbas dibin ji tirsan nikarin zarokên xwe derxin derve. 
 
Du gund û mezrayek wê bê valakirin
 
Hat hînbûn ku mezraya Agil a girêdayê gundê Ambarli, Boyak wê di bin avê de bimîne. Gundiyan diyar kir ku xanî û erdên gundiyan di çarçoveya projeyê de hatiye cemawerîkirin. Tevî 3 sal derbas bûye û hatine dawiya xebatê jî pereyê cemawerîkirinê nehatiye dayîn û gundiyan da zanîn ku wê daxwaznameyê bidin û serlêdana sûc bikin. Welatiyên mezraya Agil, diyar kirin ku çalên avê ji ber xebata ziwa bûne sewalên wan bê av mane. Gundiyan got darên wan yên zeytûnan ji ber vê hişk bûne û divê ev mexduriyeta wan bê çareserkirin.
 
Ji gundiyan Latîfe Dîdîn wiha got: “Karkerên vir diçin gilî dikin, leşker jî tên ava bîran dibirin. Niha sewalên me bê av in. Darên zeytûnan hemû hişk bûn. Em ji bo sewalên xwe ji çolê avê tînin. Darek me ya saxlem nemaye. Sê sal berê dest bi xebatê kirin. Ev der cemawerî kirin. Em naxwazin ji vir derkevin.”
 
‘Cemawerî kirin û gotin derkevin’
 
Latîfeyê daxuyakirin ku ji bo 2 mîlyon qad bê avdan, 2 mîlyon erdên çandiniyê wê di bin avê de bimîne û wiha dawî lê anî: “Ji gundiyan kesî ev qebûl nekir. Raste rast cemawerî kirin û gotin ji vir derkevin. Me tu mafê xwe negirt. Her roj ji me re dibêjin derkevin. Avê dibirin. Ceyranê dibirin. Em ji tirsan zarokên xwe bernadin derve. Em nav toz û dumanê de man. Em naxwazin ji gundê xwe derkevin. Me gilî kir. Lê çend salên din şûnde wê me li vir nehêlin. Ji xwedê natirsin. 10 roj ji çandiniyê re mabû hemû genimê me çû.”
 
Em mexdûr dibin’
 
Jina bi navê Şemşa Dîdîn jî wiha got: “Em mexdur dibin. Em cohê naxwazin. Dibêjin em ji bo başiya we dikin. Lê me tu fêdeya wê nedît. Sewalên me hemû niha bê av in. Ceyrana çalên avê birîn. Tên me tehdîd dikin dibêjin ‘derkevin’. Lê em naçin tu cihî.”