Jinên li Amedê dijîn: Divê firotina agirbazan were qedexekirin!

  • 09:04 9 Tîrmeh 2019
  • Ekolojî
AMED - Di şahiyan de teqandina agirbazan dibe sedema belavbûna tozên bi xeter ku rê li ber penceşêrê vedike û zererek mezin dide xwezayê. Welatiyan anî ziman ku divê firotina agirbazan were qedexekirin.
 
Bi hatina havînê re şahî û dawet zêdetir dibin. Di van şahiyan de heta nîvê şevê teqîna agirbazan (fîşekên hewayî) û lêxistina qornayên maşîneyan didomin. Ev tişt dibe sedema aciziyan. Lê tişta herî bi xeter jî agirbazin, ji ber ku di nava çêkera agirbazan de madeyên wekî jehra mişkan, baryum, nitrat û dar hene. Bi teqînê re toza kimyawî li derdorê belav dibe. Ev parçeyên tozê ji bandora wan a ku bibin sedema penceşêrê heye. Ev tişt jî zirarê dide xwezayê û dibe sedema mirina çukan jî. Li gel wê welatiyên ku li herêma şer lê heyî dijîn jî di her dengê teqînê de tirsek dikeve nav dilê wan û bi taybetî jî di dema xewê de ev tirs zêde dibe. Welatiyên ku li Amedê dijîn der barê agirbazan de nêrînên xwe anîn ziman. 
 
'Em dengê hev nabhîzin'
 
Zahîde Korkmaz di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên Amedê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Gelek pirsgirêkên me hene em bînin ziman. Zarokatiya min li kolana Samatê ya Amedê derbas bû. Berê li vir park hebûn, kolaneke bêdeng bû û cihekî xwezeyî bû. Bi zêdebûna kafeyan re cihên xwezeyî ji holê hatin rakirin û ji ber qelebalixiyê ji her tim deng kêm nabin. Her şev li kafeyan muzîkên zindî, pîrozbahî û rojên futbolê hene. Ez niha 60 salî me û êdî tehemmula min nemaye. Her wiha teqîna agirbazan jî mirovan aciz dike û ez nikarim razêm. Bifikirin dema mêvanek tê mala me, em dengê hev nabihîzin. Divê ev pirsgirêkên dengê zêde ya kafeyan bê çareserkirin û her wiha divê firotina agirbazan jî bê qedexekirin."
 
'Agirbaz zirarê didin xwezayê'
 
Cahîde Korkmaz, destnîşan kir ku divê firotina agirbazan were qedexekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Agirbazî jî bi qasî çekê bi xeter e û divê were qedexekirin. Ji ber ku zirarê dide civîkan, zirarê dide hêşînatiyê, zirarê dide xwezayê û hewayê. Divê her kes bikeve ferqa asta zirara teqandina agirbazan û êdî dev jî têqandina wan berdin. Bila êdî em û zarokên me bê tirs razên."
 
'Dêrûniya welatiyan xirab bûye' 
 
Xwendekara zanîngehê Rûkiye Eksî diyar kir ku li vî welatî gelek bûyer pêk hatin û derûniya welatiyan êdî xirab bûye û wiha got: "Divê firotina agirbazan were qedexekirin. Gelê  vî welatî bi gelek bûyeran re rû bi rû maye û bandora şer li ser gel heye. Bi taybetî jî zarok gelek bi bandor dibin. Bifikirin di her teqîna agirbazan de ew vedcinikin û ji ber ku hêj bandora teqîna bombeyan heye dibin sedema tirsê. Em gelek caran neçar dimînin ku zarokên xwe derxin derve û rengê agirbazan nîşan bidin."
 
'Aciziyeke mezin didin derdorê'
 
Dayika Semra Tosun temen mezin e, hatiye emeliyatkirin û bi derziyan radikeve. Semra wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayika min di temenek mezin de ye, me nû emeliyat kir û niha ew bi derziyan radikeve. Bi teqîna agibazan re ew vedicinke û êdî şiyar dimîne. Di şahiyan de agirbazan diteqînin lê yên derdora xwe nafikirin. Ne tenê ji bo dayika xwe niha bi sedan wekî dayika min ên nexweş hene. Divê firotina agirbazan bê qedexekirin. Ne tenê dengê agirbazan, di dema rojên turnavayên futbolê de em ji dengê korneyên maşîneyan aciz in. Kes li kesî nafikire." 
 
'Ji bo kêyfa xwe em nikarin lawiran qetil bikin' 
 
Hatice Uyar jî di axaftina xwe de bal kişand ser xetereya firotin û teqandina agirbazan û wiha axivî: "Dema agirbaz diteqe dengekî mezin derdikeve holê û mirov jê aciz dibin. Bi taybetî jî ji bo zarokan xetere ye. Her wiha dema nîvê şevê agirbaz diteqin zarok ji xwewê bi tirs şiyar dibin. Ev tişt derûniya zarokan xira dike. Tişta herî girîng jî agirbaz zirareke mezin dide çûkan, dişewitin û dimirin. Mafê mirovan nîne ku ji bo kêyfa xwe lawiran qetil bikin.”
 
‘Divê em bêdeng nemînin’
 
Besîme Birag wekî jinên ku ji teqemeniya agirbazan bi gazincin nêrînên xwe wiha anî ziman: "Em tim bêdeng dimînin, divê li hemberî van madeyên bi xeter tu kes bêdeng nemine. Em dibêjin divê agirbaz were qedexekirin, lê mixabin nayê gûhdarkirin. Mirov tu carî di dema şahiyan de derdora xwe nafikirin. Ev kêmasiyeke mezin e ku divê pêşî li vê yekê were girtin.”