Talankirina darên li Amazonan mezin dibe

  • 12:18 5 Tîrmeh 2019
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Daristanên Amazonê li cîhanê bi nav û talankirina daran didome. Ji tebaxa 2018'an heta hezîrana 2019'an yanî di nava 11 mehan de, qadeke ji 456 hezar û 500 hektar ji holê hatiye rakirin. 
 
Li gorî daxuyaniya Ajansa Fezayê ya Brezîlyayê, tenê meha hezîranê li Amazonên Brezîlyayê daristana ji 92 hezar hektarî ji holê hat rakirin. Li gorî hezîrana 2018'an qada daristanî ya ji holê hat rakirin ji sedî 88 zêde bû. Ji tebaxa 2018'an heta hezîrana 2019'an yanî di nava 11 mehan de, qadeke ji 456 hezar û 500 hektar ji holê hatiye rakirin. Ev yek jî ji gelek welatan mezintir e.
 
Qadên daristanî yên li Brezîlyayê ku 60 ji sedî yê Daristanên Amazonê lê ne, pêşkêşî şîrketên mezin ên çandiniyê, înşaet û mobîlyayê tên kirin.  Piştî ku Jair Bolsanoro yê rastgir di hilbijartinên sala derbasbûyî de bi ser ket û bû desthiladtar, talana daristanan zêde bû.