Ava Spî dikin qurbana kanên kevir

  • 09:09 1 Tîrmeh 2019
  • Ekolojî
MÊRDÎN - Ava Spî ya di navbera riya Mîdyat û Nisêbînê de ye, di bin navê turîzmê de dikin qurbana kanên keviran yên kaçax.
 
Ava Spî ya di navbera Nisêbîn û Mîdyat a Mêrdînê de cih digire, di bin navê turîzmê de dikin qurbana kanên keviran. Tesîsa Kirmataş û Hazir Beton ya Metal Înşaatê ye, li aliyekî zirarê dide û li aliyê din jî lokante û tesîsên din di encama xebatên di bin navê turîzmê de dikin zirarek mezin didin herêmê. Hat hînbûn ku ava vexwarin û kanalîzasyonê jî tevlî hev bûye.
 
Geliyê Ava Spî ya 20 kîlometreyî li rêya Nisêbîn û Mîdyatê ye, hewcedariya ava Mêrdînê jî peyda dike. Ava spî bi taybet di mehên havînê de rastî eleqeyek mezin tê. Lê bi salan berê bi vekirina kana keviran re guherîn li gelî çêbû û di rewşa kan xebata bidomîne wê emrê gelî zêde dirêj nemîne.
 
Kan zirarek mezin dide zindiyan
 
Kana keviran ya 10 sal in faliyetan dimeşîne û tevlî gilîkirina gel xebatan didomîne û toza kanê her tim tevlî avê dibe û avê qirêj dike. Xwediyên kargeriyan yên li wir û gundiyan ji bo girtina karê serlêdan kirin lê tevî vê kan nayê girtin. Darên gelî jî her diçin kêm dibin. Ava çavkaniyê ya herêmê jî paqij namîne. Ji ber kana keviran û bê kontroliya wan qirêj dibe.