Ji bo firehkirina rê dar ji kokê de rakirin

  • 13:18 27 Hezîran 2019
  • Ekolojî
SÊRTÊ - Li Sêrtê ji bo firehkirina rê bi dehan dar ji kokê de hatin rakirin.
 
Li Sêrtê ji bo firehkirina rêya derdorê di xebata ku hat kirin de bi dehan darên ku ji 20 salî zêdetir bû hatine çandin ji kokê de hatin rakirin û li kêleka rê hatin danîn. Bi dehan dar  bi taybetî ji bo rêya ku diçe Dibistana Pîşeyî ya Polîsan bê vekirin ji aliyê  tîmên rêya bejahî ku girêdayî dewletê dixebitin ve hatin rakirin.