Mijara civîna COP25 okyanûs in

  • 12:33 27 Hezîran 2019
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Şîlî ku wê îsal malovaniyê ji civîna bilind a avhewayê COP25 re bike, diyar kir ku okyanûs wê rojeva bingehîn a civîna bilind be.
 
Şîlî wê ji konferansa avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî re ku îsal wê cara 25'an pêk were malovaniyê bike. Şîlî wê okyanûsan bixe rojeva civîna bilind ku gefeke mezin li ser okyanûsan heye.
 
Civîna bilind a avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP25) wê meha Kanûnê li Şîlî ku welatekî Emerîka Başûr e pêk were. Şîlî li peravê Okyanûsa Pasîfîk e. Şîlî ku beşeke girîng a peravên xwe diparêze, hewl dide ku rewşa okyanûsan jî bixe rojeva hevdîtinên der barê avhewayê.