Di 2 mehan de 46 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitin

  • 09:29 27 Hezîran 2019
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Germiyan tenê di nava du mehên derbasbûyî de zêdetirî 46 hezar donim zeviyên çandiniyê û pûş şewitînin. Piraniya wan ji ber sedemên nediyar şewitîne.
 
Li Kalar, Kifrî, Rizgarî, Awespî, Zinane, Bawnûr, Serqala, Qoretu, Meydan û Kokis ên herêma Germiyan herî zêde dexlûdanê cotyaran şewitîne û ziyan bi wan gihane. Piraniya şewatên derketine sedema wan nediyare. Li gorî bîlançoyê di nava bera meha gulan û hezîranê de 650 bûyerên şewatê derketine û ji sedê 95'ê wê şewata dexlûdanê cotyarane. Herwiha li herêma Germiyan 46 hezar û 560 donim zeviyên genim, ceh, pûş, pawan û bax şewitîne. Her wiha 50 ton genim, 2 bîçer, kargehek gazê, 30 ton ar û cihek yê xwedîkirina mirişkan ji şewatê hatine rizgarkirin.