300 jinên zanîst li dijî qirêjiya okyanûsan dê derkevin seferê

  • 11:30 20 Hezîran 2019
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - 300 jinên zanîst dê di meha cotmehê li Londonê dest bi sefera okyanûsê bikin û balê bikişînin ser çavkariya zibil û qerêjiya okyanûsan. 
 
300 jinên zanîst dê qirêjiya okyanûsan lêkolîn bikin. Dê lêkolîna jinên zanîst 2 sal bidome. Rêvitiya jinan dê di meha cotmehê li Londonê dest pê bike. Dê di nav du salan de ser bandora plastîk û toksîtan a li ser okyanûsê lêkolîn bikin. Koma jinên zanîst dê 30 seferên cuda cuda dê li dar bixin. 
 
Kom ji hêla Emily Penn tê birêvebirin. Demên borî jî Emily di xebatên bi vî rengî de cih girtiye. Jinan bal kişandin ser xebata du salan û wiha gotin, lêkolîn ne tenê ji bo tenduristiya jinê û derdorê, dê balê bikişînin ser xebatên zanyarî ya jinê jî. Jinan destnîşan kir ku dê xebatên jinên zanîst jî raxin li ber çavan. Her wiha ev xebat dê tecrûbeyeke mezin bide jinên zanîst. 
 
Her wiha jinên zanîst armanc dikin ku çavkaniya zibil deşîfre bikin û li dijî qirêjiya okyanûsan civakê bixin nav hewldanan.