Li Silêmaniyê sed donim erazî şewitî

  • 12:47 17 Hezîran 2019
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Daristan û Jîngeha Parêzgeha Silêmaniyê eşkere kir ku bajaroka Mawet a Silêmaniyê zêdetirî sed donim erazî şewitî.
 
Rêveberiya Daristan û Jîngeha Parêzgeha Silêmaniyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku zêdetirî sed donim erazî li gundê Qeşar ê herêma Şarbazêr ê bajaroka Mawet ê Silêmaniyê şewitiye.
 
Rêveberê Ragihandina Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngeha Silêmaniyê Hêmin Kemerxan diyar kir ku li gundê Qeşar agirek dijwar derket û di demek kin de tîmên wan gihîştine cihê şewatê û wiha got; "Ji ber asêbûna herêmê û hebûna teqemeniya zêdetirî 100 donim poş û pawen şewitî. Herwiha dar ji şewitîne. Em hemû bi hev re jîngeha Kurdistanê biparêz in. Bi taybet di vê demsalê de cihê ku hûn diçinê bermayên agir li pişt xwe ve nehêlin. Ji bo ku karasatên mezin rû nedin."