'Daristan ji ber polîtîkayên kur bi zanebûn tên şewitandin'

  • 11:15 13 Hezîran 2019
  • Ekolojî
Gulîstan Azak
 
AMED - Aktîvîsta Komeleya Ekolojjyê ya Amedê  Duygu Bayaram, derbarê şewata daristanan de nirxandin kir. Duygu diyar kir ku ji ber ewlehiya daristanan nayê girtin şewat derdikeve û bi taybetî jî daristanên li herêma me dibin qurbana poîtîkayên kur.  
 
Li gorî rapora Wezareta Daristan û Avê û ya Muduriyeta Giştî ya Daristanan, li Tirkiyeyê di sala 2017'an de 119 hezra û 92 hektar qada daristanê ji şewata derdikeve zerar dîtine. Sala borî jî 411 caran şewat li daristanan derket û ji vê sedema 180 şewatên ku pêk hatin nehatiye zanîn. Li gorî daneyên istatistîkî yên ji sala 1988'an, di 6 salên dawîn de şewata daristanan zêde bûye û gelek şewatên ku pêk hatine jî sedema wan nehatiye zanîn.  Herwiha di istatistîkan de tê diyarkirin ku salaên 2000 û 2008 salên herî zêde şewata daristanan rû daye ye.  Aktîvîsta Komeleya Ekolojjyê ya Amedê  Duygu Bayaram ku derbarê şewata daristanan de nirxandin kir diyar kir ku şewata daristanan ji ber polîtîkayên kur ên dewletê pêk tên û xwest ku rê li ber vê şewatê bê girtin. 
 
'Divê em li dijî şewata daristanan hesasiyet hebe'
 
Duygu, diyar kir ku paşeroja daristanan bi milaran sal e û diyar kir ku gelek şewata daristanan ji ber poîtîkayên rantê, bi zanebûn tê kirin û ji ber wê pêşî li şewat dertê nayê girtin. Duygu diyar kir ku herî zêde şewata daristanên li herêmê bi zanebûn, ji ber polîtîkayên dewletê tê derxiswtin û li dijî şewata daristanan banga hestiyariyê kir. 
 
'Bi hinceta ewlehiyê daristan tên şewitandin'
 
Duygu diyar kir ku li erdnîgariya kurdan bi hinceta ewlehiyê şewata daristanan ya ku hat kirin bandoreke girîngtir li ser civakê kiriye û wiha berdewam kir: " Her sal bi hinceta ewlehiyê ji ber şewata ku tê derxistin bi sedan hektar qada daristanî tê tunekirin. Li gel ku dewlet mudaxeleyî vê şewatê nake û venamirîne welatiyên ku dixwazin vemirînin jî asteng dike. Li dijî şewata daristanan ku her sal li herêmê belav dibe divê her kes hestiyar tevbigere."