Ji sedî 60’ê gundê Yaylakoyê ji şîrketên taybet re hat kirêkirin

  • 09:03 25 Gulan 2019
  • Ekolojî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Gundê Yaylakoy ê girêdayî Karaburun, bi salane serê wê bi RES’an re di belayê de ye, bi biryarnameya serokomariyê wek ‘herêma karesatê’ hat îlankirin. Serokê Konseya Bajar Goncagul Karaagaç bertek nîşanî rewşê da û da zanîn ku ji sedî 60’ê gund ji şîrketên taybet re hatiye kirêkirin.
 
Gundê Yaylakoy ê Karaburun a Îzmîrê, herêmeke xwedî qadek berfireh e, di 14’ê Çileyê 2019’an de bi biryara serokomariyê re bi hinceta rîska hezazê heye wek ‘herêma karesatê’ hat îlankirin. Santralên Enerjiyê yên Ba (RES) ku xwezaya herêmê jî dike xetereyê, niha nîvê Karaburnê dorpêç kiriye.
 
Di rapora der barê gund de di 1952’an de hatiye amadekirin de tê nivîsandin ku gund herêma hezazê ye. Gundiyên li herêma Karareîs diman û berê wan dan gundê Mîrî, zêde li wir namînin û vegeriyan gundê xwe. Di 1983’an de li gorî lêkolînên ku hatin kirin derket holê ku gund ne herêma karesatê ye. Di 14’ê Çileyê 2019’an de dîsa wek herêma karesatê hat îlankirin.
 
Herêm bi 400 hezar darên zeytûnê û 250 hezar bizinên reş tê nasîn û niha Santralên Lodos Elektîrîk A.Ş faliyetan li wir dimeşîne.
 
‘Wê çanda yorukê zirarê bibîne’
 
Seroka Konseya Bajar a Karaburun Goncagul Karaagaç destnîşan kir ku gundî dibêjin ew gundê xwe terk nakin û naçin cihekî û wiha got: “ Li herêmê çandek qedîm a bi navê yoruk heye. Bizinareş a Karaburunê ji aliyê dewletê ve piştgiriyê dibîne û cureyê sewaleke taybet e. Ger li vir rîska hezazê hebe divê nemînin lê weke din çima vala bikin? Divê çanda xwe bidomînin û sewalkarî bidome. Li herêma ku mirov jê tên derxistin, RES tên çêkirin. Gelo hezaza ku mirovan dike rîskê wê RES’an neke bin rîskê. Gelo di bin gund de çalek mezin heye? Em li dijî RES’ê ne. Niha fîrmayan ji sedî 60’ê gund dane kirê. Em ê pêvajoyê jî bişopînin.”