‘Abdullah Ocalan ji bo cîhanê mamosteyekî rastîn e!’

  • 09:06 19 Tîrmeh 2024
  • Dosya
Melek Avci
 
ENQERE - Prof. Karîane Westrheîm diyar kir ku bi salane ji Tevgera Azadiya Kurd gelek tişt fêr bûye û got Abdullah Ocalan ji bo cîhanê mamosteyekî rastîn e.
 
Ev dosya ji çar nivîsan pêk tê. Ji çar welatan çar jinên ku hev nas nakin, li dora felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên gel hev. Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ mezin dibe û herî zêde jî jin li dorê dibin xelek. Ya rizgariya jinê aniye, koletiya jinê ji holê rakiriye pradigma Abdullah Ocalan e. Komploya hêzên komploger nikaribû pêşî li fikrên Abdullah Ocalan yên li Ewropa, Rojhilata Navîn, Afrîka, Amerîka û Antartîkayê belav bûye bigire.
 
Prof. Karîane Westrheîm: Bi tecrubeya sedsala 21 û sedsalên din vedibêje: Abdullah Ocalan çi gotibû, çi vegotibû, niha çi bû, çi pêk hatiye?
 
"Cîlda sêyemîn ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’, ‘Sosyalojiya Azadiyê’ ya Abdullah Ocalan di 2020’an de  ji aliyê PM Press ve hat weşandin. Ev metna ji beşa der barê ‘Pisgirêkên perwerde û tenduristiyê’  hatiye girtin. Ez wek akademîsyenek perwerdê nokteya li ser bisekinim jî perwerdeye. Ji nivîsên Ocalan tişta min fêm kiriye piranî nivîsên wî xwedî hêmayên perwerdekar e. Firkên Ocalan di alî perwerdê de çiqas girîng in, şopa wî li ser zanistên perwerdê yên din heye an na dipirsim. 20 sale bi teşeyên cuda bi mijara kurd re eleqeder bûm. Nivîsên Abdullah Ocalan ji bo min bû çavkaniya îlhamê. Bi salan ez ji Tevgera Azadiya Kurd gelek tişt fêr bûm.
 
Perwer de alava veguhertin, azadkirin û xurtkirinê ye
 
Nivîsên Ocalan demên dîrokê yên dirêj dihewîne. Di alî siyasî, aborî û civakî de analîzên berfireh hene. Der barê wperwerdê de jî perspektîfên wî parçeyek îdeolojîk a berfireh e. Ji bo Ocalan perwerde, alava veguhertin, azadbûn û xurtbûnê ye. Wek PauloFreîre yê Brezîlyayî û AntonîoGramscî yê Îtalyan, xwedî perspektîf e. Pergalên nû yên perwerdê û mufredat, ligel Rojava li kampan û komelên dîasporayê tên cerebandin.
 
Hedefa Ocalan demokrasî û aştî be jî, fikr û nivîsên wî xwe dispêrin plana dawî ya tundiya ku he rtim Dewleta Tirkiyeyê li kurdan dike. Ocalan li dijî pergala perwerda dewletê serî hil dide. Nêrîna Ocalan a li hember perwerdê xwe dispêre guherîn, veguherîn û tundî û zextên li ser kurdan. Lê mirov di bin rejîmên zext de jî fêr dibin. Terora dewletan di heman demê de pêvajoya fêrkirinê û hînkirinê ye.
 
Yekane riya rizgariyê berxwedan e
 
Nêrîna Ocalan a perwerda zana û fikr û raman ya di beşa vê pirtûkê de bandorek mezin li ser min kir. Ocalan: Yekane riya rizgarî û azadiyê, bi têkoşîna siyasî û ahlaqî berxwedane. Civake ku ciwanên xwe winda kirine, têk çûye. Mafê hebûnê winda kiriye û îxanet lê kiriye. Rizandin, parçebûn û tunebûn jî vê dişopîne. Li dijî vê divê civak saziyên xwe yê perwerdê pêş bixîne. Berovajî vê rizandin, belavbûn, tunebûn pêkane.
 
Fikrên Abdullah Ocalan hema wisa derneketine holê, ji tecrubeyan pêk tê. Fikrên Abdullah Ocalan ji ber pergala perwerdê ya Tirkiyeyê ya binpêker û zextxwir derketiye holê. Vê rewşê bandor li ser Ocalan kiriye. Bersiva wî ya ji bo vê avakirin partya siyasî di 1978’an de vakiriye û piştre jî avakirina Tevgera Azadiya Kurd a çekdariye. Bi vê têkoşîna perwerdê, rejîma fêrkirinêya binpêker a li hember kurdan hilweşand.
 
Ocalan diyar dike ku perwerde ne tenê bi hevkariya mufredatên fermî û odîtoryuman, li her derê dikare pêk bê. Ev jî derdixe holê ku her kes li her derê seranserê jiyana xwe dikare fêr bibe. Dayika pîr a li Mexmûrê dijî û qet neçûye dibistanê wiha gotibû: “Min qet nedifirî ez xwendin û nivîsandinê fêr bibim. Lê niha bifikirin ez bi keça xwe re diçim dibistanê.”
 
Jinên kurd hem di bin zextên mêran de hem jî di bin yên dewletê de yanî du caran hatine pelçiqandin. Ocalan di civîn û perwerdehiyan de bal dikşîne girîngiya wekheviya zayenda civakî. Diyar dike ku divê perwerde di hilşewîna pergala baviksalar û teşwîqa azadiya zayenda civakî de rola girîng bilîze. Fikr û nêrîn, pêngavên Ocalan yên di mijara azadiya zayenda civakî de, têkoşîna jinên kurd kiriye Tevgera Jinan a herî xurt û di alî siyasî de jî kiriye xwedî hişmend. Ji bo tevgerên jinên seranserê cîhanê û yên dîasporayê jî gelek girîng e.
 
Her tim di bêrîkê de pirtûkek
 
Ocalan di perwerdehiyê de nêzîkatiyeke perwerdê ya demokratîk ya ku xwendekar dibin xwedî gotin diparêze. Hewlanên perwerdehiya ku bersivê dide daxwaz û hewcedariya nifûsa herêmî diparêze û piştgiriyê didê. Ev seranserê dîrokâ PKK’ê de bûye mijara hevpar û aliyê perwerdê yê PKK’ê bûye faktora ewil a eleqeya mirovan a bi PKK’ê re. Ewil gerîlayên perwerde dîtine çûne gundan û xwendin û nivîsandin fêrî zarokan kirin. Jinên gerîla bi jinan re axivîne. Ne tenê ku ji bo tevli rêxistinê bibin ji bo li malê jî nekevin plana dawî û bibin xwedî hişmend hewl dane. 
 
Çend sal berê ez çûm kampeke PKK’ê. Çûyîna çiyan ji bo min tecrubeyek pir taybet bû. Ji şervanên jin yekî ji min re got li ku dibî bila bibe, li kampê, li şer an jî cihekî din, her tim bêrîka wê de pirtûkek heye. Jiyana jiyan, tevger û pêvajoyên fêrbûnê bibû perwerdehiya wê. 
 
Avakirina nasnameyek siyasî ya kolektîf
 
Deme ez nêrîna Abdullah Ocalan şîrove dikim, pêvajoyên hişmendiyê ne şexsî, di alî kolektîf de wek parçeyeke avakirina nasnameya civakî û zanînê pêk tê. Li gorî Ocalan di navbera mirov û perwedehiyê de têkiliyek xurt heye. Abdullah Ocalan nêzîkatiyeke perwerdehiya giştî ya kolektîf teşwîq dike. Ocalan pergaleke perwerdê ya girêdayê rêgezên wekhevî, demokratî, ekolojîk pêşniyar dike. Abdullah Ocalan ji bo cîhanê mamosteyekî rastîn e!”