Panoramaya dawiya salê ya 2019'an a Rojava (7)

  • 09:01 26 Kanûn 2019
  • Dosya
'Tevî êrîşên li ser Rojava xebatên ji bo pêşketina aboriyê ranewestiyan'
 
Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Ji Rêveberiya Aboriya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hûriye Şemdîn, di çarçoveya kar û xebatên salekê yên qada aborîyê de nirxandin kir. Hûriyeyê wiha got: "Aboriya jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha kooperatifan, hat birêxistinkirin. Wek aboriya jinê em dikarin bêjin sala 2019'an ji aliyê aboriya jinê de bi awayekî erênî û pêşketî bi encam bû."
 
Di nava salekê de xebatên aboriya jinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine meşandin encamên girîng bi xwe re anîne. Ji çandiniya bi keda hevpar a jinan heta berhevkirina pêdiviyên jiyanê yên di kooperatîfan de tên berhevkirin xebatên girîng hatine meşandin. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Aboriya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hûriye Şemdîn xebatên di nava salekê de hatine kirin nirxand. 
 
'Aboriya jinê li ser bingeha kooperatîfê hat birêxistinkirin' 
 
Hûriyeyê di destpêkê de behsa avabûyina aboriya jinê û xebatên salekê kir û wiha got: "Aboriya jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha kooperatifê, hat birêxistinkirin. Wek aboriya jinê em dikarin bêjin sala 2019'an ji aliyê aboriya jinê ve bi erênî bi encam bû. Di nava vê salê de heşt kargeh, pênc fabrikayê xwarinê, heşt kooperatifa sawaldarî û 32 kooperatifa çandinîyê hate vekirin. Li Rojavayê Kurdistanê, di aliyê çandiniyê de du navendên wê hebû, navçeya Tirbespiyê û Serêkaniyê bû. Di nava vê salê de hezar û 300 endamên kooperatifa jinê hebûn." 
 
'Li Serêkaniyê 42 hezar donim hat dagirkirin'
 
Hûriyeyê bal kişand ser êrîşên 9'ê cotmehê û wiha dewam kir: "Dewleta tirk di 9'ê cotmehê de êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Bi taybet êrîşa dewleta tirk a dagirker, li Serêkaniyê bandorek li ser aboriya jinê kir. Li Serêkaniyê 42 hezar donim erd a girêdayî aboriya jinê, hat dagirkirin, nêzî 150 malbat û hezar û 200 jin jî bi vê projeyê debara malbata xwe dikirin."
 
'Jinê dev ji çandiniyê berneda û her der geş kirin'
 
Hûriyeyê diyar kir ku di nava vê salê de bi plankirî erdên wan hatine şewitandin û wiha domand: "Bêriya vê bi plana dijmin erdên me hatin şewitandin. Li ser Aboriya Rojavayê Kurditanê êrîşekê dest pê kir û li hemû qadan erdê me hatin şewitandin. Bi vê êrîşê xwestin dest bavêjin berhem û debara gel, lê tevî wê jî jinan dev ji çandiniyê bernedan û her der şîn û geş kirin. Hêza jinê di aliyê aboriyê de pir xurt e. Li Efrînê beriya dijmin êrîşî ser axa me bike, êrîşî aboriyê kir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bêriya dijmin êrîşî axa me bike, êrîşî aboriya me kir." 
 
'Em dixwazin projeyên xwe yên aboriyê berfirehtir bikin' 
 
Hûriyeyê bal kişand ser plansaziya xwe ya dema pêş û wiha pê de çû: "Di pêşiya me de projeyên weke kampan heye. Bi taybet jinên ku piştî vî şerî koçber bûne û di kampan de bi cih bûne, em li ser kampan projeyan dixwazin ava bikin. Em dixwazin îsal xebatên fabrikayê jî xurtir û berfirehtir bikin."
 
'Tevî êrîşên li ser Rojava xebatên ji bo pêşketina aboriyê ranewestiyan'
 
Hûriyeyê herî dawî hêviyên xwe wiha anî ziman: "Hevrîn, dayê Eqîde û Amara ji jinên têkoşer û berxwedêr re bûn mînak. Rojava li ser piya ye û berxwedana xwe dike. Em ê doz, fikir û felsefeya Serokê xwe bişopînin û aboriyê li Rojava geş bikin. Em ê projeyên xwe xurt bikin da ku dijimin nikaribe dest bavêje Rojava û wê planên dijmin têk biçe. Me serî li hember êrîşan netewan û tevî êrîşên li ser Rojava xebatên ji bo pêşketina aboriyê ranewestiyan."