Gulîstan Kiliç Koçyîgît: AKP wê biçe lê têkoşîna me wê berdewam bike

  • 09:03 25 Kanûn 2019
  • Dosya
MÛŞ - Li Tirkiyeyê wekî her sal îsal jî bi kuştin,tecawiz,tacîz û tundiyê derbas bû. Der barê polîtîkayên îktîdarê yên sala 2019’an de, berdevka HDK’ê û parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî. Gulîstanê diyar kir ku polîtîkayên îktîdarê bûn sedema zêdebûna tundiyê û got ku AKP dê biçe lê kar û têkoşîna wan dê bidome. 
 
Li Tirkiye û herêmê yek jî sedemên  zêdebûna tundiya li ser jinan  polîtîkayên heyî  bûn û  polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jinan wekî her sal îsal ji neguherîn. Li welat hemû qadên civakî li jinan hatin tengkirin û tundî,zayendperestî her ku diçe zêde dibe û herî zêde jî deskeftiyên jinan hatin hedefgirtin û jin tune hatin hesabindin. Îsal  jî herî zêde li Tirkiyeyê  tundî, kuştin û  destavejî pêk hat. Bi sedan jin hatin qetilkirin û bi tundiya mêr re rû bir û man. Lê kujerên jinan bi awayê  adîl nehatin darizandin û cezakirin.  Têkîldarî polîtîkayên îktîdarê yên salekê berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulîstan Kiliç Koçyîgît nirxandin kir. 
 
‘Aqlê îktîdarê bû sedema zêdebûna tundî û destavêji yê’
 
Gulîstanê diyar kir ku piştî AKP bû îqtîdar û şûnde tundiya li hemberî jinan gihişte asta herî jor û got ku hişmendiya îktîdarê bi xwe re  tundî afirand û wiha axivî;” Hem di sala 2019’an de û hem jî bi giştî di polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jinan de guhertin çênebû. AKP ji her ku hatiye îktîdarê heta roja me ya îro tundî û destavêjî  di civakê de zêde bû.  Peymana Stenbolê hate îmzekirin û ev peyman li gelek deverên Awropayê hate îmzekirin. Ev peyman  li Tirkiyeyê ji ber ku li Stenbolê hate îmzekirin, navê wê kirin peymana Stenbolê. Her wiha qanûna bi hejmara 6284 heye. Di vê qanûnê de birêk û binpêkirina mafê jinan heye. Lê me ev tişt baş dît destavêjî û tundiya li dijî jinê  herî zêde di serdema îktîdara AKP’ê de zêde bû. Ji ber çi zêde dibe? Hewceye ku em çend sedemên vê bibêjîn. 
 
Yek ji van sedeman  jî AKP li dijî tundiya li ser jinan tu tedbîran nagire û qanûnên ku ji bo jinan  hatine amadekirin pêk nayne. Hem rêbazên peymana Stenbolê û hem jî qanûna 6284  pêk naynin. Wekî ku ev qanûn  tunene nêz dibin. Ya duyemîn jî ew e ku ev jî girêdahî nêrîna AKP’ê ya bîrdozî ye. Dema ku em li gorî pîvanên bîrdoziya AKP’ê li jinê dinêrîn, em vê yekê baş dibînin ku jin wekî zayendek duyemîn tê dîtin û tenê  rol û mîsyona jinan di mal de heye. Heta niha bi taybetî ji li ser dayîkbûnê jin hatine esas  girtin û gelek caran me ji  rêveberên AKP’ê ev gotine bihîstin. Gotin ji ber ku jin kar digerin ji ber wê bêkarî zêde dibe, gotin pîsporiya jinan a herî bi qîmet  dayîkbûn e. Bi van gotinan xwestin jinan li qada civakî tune bikin.  hem di nav civakê de û hem ji jî qadên gelemperî  de jêbirin. Ev polîtîka bûn sedema afirandina aqilê desthilatdar. Bêgûman vî  aqlî  bi xwe re tundî anî û bû sedemê zêdebûna tundî û destavejiyê. “
 
‘Çapemeniya pergalê kujeran sûcdar nake’
 
Gulîstanê di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rola medyayê û got ku medya pergalê bi zimanê sucdarkirina jinan ku bi kar tîne pêşiya dijminahiyê vedike û wiha dom kir;” Pêwîste ku rol û mîsyona medyayê ya di vî warî de jî baş bibinîn û bizanibîn. Di serdema AKP’ê de çapemeniya muxalîf hat astengkirin. Li gel bêdengkirina çapemeniya muhalîf, îqtîdarê çapemeniya xwe afirand. Çapemeniya heyî bîrdoziya AKP’ê esas digire û li gorî pîvanên îktîdara AKP-MHP tevdigere. Mînak dema ku jinek bi tundiyê re rû bi rû dimîne, di çapemeniyê de bi tu awayî gûmanbar nayê darizandin,sucdarkirin û bervajiyê wê kesê maxdur sucdar tê dîtin.  Bêgûman ev helwesta çapemeniyê di nava civakê de tundiyê zêde dike. 
 
‘Sala 2019’an ji bi kuştin,tundî, tecawiz û tacîzê derbas bû’
 
Gulîstanê anî ziman ku jin bi tundiya dewletê re rû bi rû ne û diyar kir ku sedema zêdebûna  tundiyê polîtîkayên îktîdarê ne û wiha got:” Tundiya li dijî jinan pirsgirîkeke civakî ye. Tundiya civakî  herî zêde li ser  jinan pêk tê. Ji ber ku jin wekî kirde nayê dîtin. Bifikirin di nava jiyana rutîn de  mêrê ku bi pirsgirîka herî biçûk re ji rû bi rû dimîne hêrsa xwe ji jinê hildide. Ew hêrsa ku divê ji pergalê bê hildan di serê jinê re tê derxistin. Di vê salê de li dijî jinan bi sedan êrîş pêk hatin. Me şahîdî ji gelek dozên girîng re kir. Doza Şule Çet,Emîne Bulut û Helîn Palandoken yek ji van bûn. Bi rastî ji ewqas pirin ku em di şopandina wan de zehmetiyeke mezin dikşînîn. Loma herkes dizane ku tundiya mêr ne yek cure ye. Ez dikarim bibêjim ku di qada siyasetê de ji li dijî jinan  tundiyeke mezin heye. Wekî her sal sala 2019’an ji bi kuştinan,tundî, destavêjî û tacîzan derbas bû.” 
 
‘Dema ku mijar dibe kurd hemû partiyên tirk dibin yek’
 
Gulîstanê derbirî ku li dijî tundiyê parlemento ji peywira xwe pêk nayne û got ku ji aliyê îktîdarê ve hevrebûna  muxalefetê tê astengkirin û wiha berdewam kir;” Di welatên demokratîk de parlemento li ser esas girtin û çareserkirina pirsgirîkên civakî hatiye avakirin.  Lê dema ku em li parlementoya heyî dinêrîn em dibînin ku ji vîna gel û ji pirsgirîkên civakî pir dur e. Parlemento bi giştî girêdayî qesrê ye û li gorî daxwazên rejîma yek mêrî tevdigere. Di parlementoyê de ji xeynî HDP’ê, di rojeva tu partiyan de pirsgirîkên civakî ninin. Ji ber vê ji ew pêşniyarnameyên ku ji aliyê HDP’ê ji parlementoyê re tên pêşkeşkirin, çiqas girîng ji be nayê erêkirin. Bi taybetî ji em dikarîn bibêjin herî zêde jî İYİ Partiyê li dijî pêşniyarnameyên me disekine. Ji ber ku HDP’e pêşkeş dike lê nayê erêkirin. Îktîdar naxwaze partiyên muxalefetê bi hev re bicivîn û ji ber wê jî di nava hewledanê de ye. 
 
Her peşniyarnameya parlementerên  AKP û MHP’ê bi awayeke lezgînî di parlementoyê de derbas dibe û tê erêkirin. Naxwazin ku  dengê me bê bihîstîn û ji ber wê ji astengiya ji me re derdixin.  Tirkiye her ku diçe ji demokrasiyê dûr dikeve û ber bi pirsgirîkên kur ve rû bi rû ye. Me ev  pirsgirîke bi hezar caran li parlementoyê de anîn ziman. Lê mixabin ev gotinên me nehatin guhdarkirin û nehatin bihîstin. Ji xeynî HDP’ê hemû partiyên muxalefet tezkereya şer erê kir. Dema ku mijar dibe kurd hemû partî dibin yek li gorî vê zagonan derdixin. Ev nêzîkatiye jî ji Tirkiyeyê re wendayiyeke mezine.” 
 
‘Li ku derê têkoşîn hebe em wekî HDP li wir în’
 
Gulîstanê diyar kir ku bi awayeke sistematîk binpêkirina mafên mirovan pêk tê û got ku li Tirkiyeyê tenê çare HDP’e ye û wiha dirêjî da axaftina xwe ;” Niha AKP û MHP’ê amûrên xwe yên herî zehmet xistin dewrê. Em di pêvajoyeke giran re derbas dibin û li ser gelên Tirkiyeyê êrîşên mezin hene. Bi taybetî jî piştî hilbijartinên sala 2015 meha 17 hezîranê ev êrîş bi awayeke sistematîk hatin meşandin. Di nav van binpêkirinên mafan de mirov dikare her tiştekî bibîne. Ji azadiya çapemeniyê û heta bi awayê azad fikirandinê re civak rû bi rû ye.  Gava ku binpêkirina mafan evqas zêde dibe meşandina  siyasetê jî ewqas zehmet dibe û qadên siyasetê tên tengkirin. Bi hezaran hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Navçe û navendên me her roj tên êrîşkirin û şaredariyên me tên xespkirin. Di nav van neyiniyan de avakirina tevgereke bi girseyî jî zor û zehmet dibe. Lê li tevî hemû neyiniyan û zehmetiyan li Tirkiyeyê tenê çare HDP ye. Li dijî hemû astengiyan, qedexeyan û êrîşan me tu caran gav paş ne avêt. Li taxan,kolanan,navendan û navçeyan em bi gelê xwe re ne. Li ku derê têkoşîn hebe, em wekî HDP li wir în. Lê ji ber ku me hêja faşîzm hilneweşandiye di têkoşînê de em qels dimînin. Lê di demên pêşiya me de em ê têkoşîna xwe zêde bikîn û têkoşîna xwe  bigihîjîn asta herî bilind.”
 
‘AKP dê here lê  kar û têkoşîna me dê  mezintir bibe’
 
Gulîstanê di dawiya axaftina xwe de  anî ziman ku ew dixwazin sala 2020’an bibe sala demokrasî,aşitî û azadiyê û wiha axaftina xwe de;” Destpêkê ez dixwazim ku sala 2020’an bibe bidawîbûna û hilweşandina faşîzmê. Li dijî şer pêdiviya herî mezin aşitî ye. Pêdiviya me bi têkoşîna aşitiyê heye.  Ji sala 2020’an de daxwaza me bidawîbûna dagirkeriya  li Rojava û di  pirsgirîka kurd de pêşketine. Daxwaziya me dawîbûna tundiya li dijî jinan û azadkirina girtiyên siyasî ye. Bêgûman ne tenê bi daxwaziyê bi têkoşînê em dikarîn pêk bînin. Ez dikarim bibêjim ku ev îktîdar diçe û êdî çareserî dê pêk bê. Ji ber wê jî li gel çûyina îktîdarê têkoşîna me û xebatên me dê ji nû ve dest pê bikin.  Pirsgirîk ne tenê AKP, pirsgirîk  di heman demê de pergal e. Ji bo demokratîkbûna pergalê pêwîstî bi têkoşîneke girseyî heye. Ji bo vê jî divê em gavên xwe bi hêz biavêjîn û di çeperên HDP’ê de ji bo avakirina aşitî,azadî û demokrasiyê bi hev re tebikoşîn.”