Panoramaya dawiya salê ya 2019'an a Rojava (6)

  • 09:01 25 Kanûn 2019
  • Dosya
'Xebatên di qada Jîneolojiyê de nîşaneya pêşketina civakê ye'
 
Binevş Sarya
 
KOBANÊ - Endama Komîteya Jîneolojîyê, Dîrok Qehreman xebata Jineolojîyê ya salane a herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nirxand. Dîrokê wiha got: "Me di vê salê de hewil da ku xwe bigihînin her ferda/ê civakê. Çimkî xebatên di qada Jîneolojiyê de nîşaneya pêşketina civakê ye."
 
Piştî Şoreşa Rojava sazî û rêxistinên jinê jî di hemû qadan de xwe bi rêxistin kirin û gavên xurt di nava civak û gel de avêtin. Yek ji gavên herî baş û xurt xwe bi rêxistin kirî û gel jî ew pejirandî gavên Jineolojîyê ye. Di her salek nû de rehenda Jineolojîyê xwe hîn berfirehtir dike û gavên nû di perwerdeya civak, akademî û dibistanan de diavêje. Êrîş û şerên ku li Bakur û Rojhilatê Surîyeyê diqewimin bê guman bandora xwe li hemû qadên civakê dike. Yek ji van qadan jî ku ji êrîşên sala 2019'an bi bandor bûyî û astengî jiyaye jî rehenda Jineolojîyê ye. Lê belê her çendî êrîş û dagirkeriya li ser van herêman bidome jî xebatên sazî û rêxistinên li qadê nasekine û bê navber karên xwe didin meşandin. Di derbarê kar û xebatên  Jineolojîyê yên sala 2019'an de Endama Komîteya Jineolojîyê,  Dîrok Qehreman ji ajansa me re nirxandin kir.
 
'Dagirkerî li pêşiya me nabe asteng'
 
Dîrokê di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser êrîşên heyî û wiha pê de çû: "Li beramberî dagirkerî, tundî, wêrankirin, talankirin, qirkirin, êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê têkoşîn û berxwedan hat meşandin. Ji ber vê yekê em dibêjin sala 2019'an salek bi têkoşîn û berxwedanê derbas bû. Armanca dewleta tirk a dagirker ew e ku gelan bê sîstem bihêle û hebûna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike û wan ji holê rake. Deskeftiyên ku gelê herêmê bi xwîna zarokên xwe bi dest xistine têk bibe. Li beramberî van êrîş û kiryaran helbet xwe rêxistinkirin pêwist e. Li beramberî qaosa ku bi taybet li beramberî gelê me, li beramberî jinan û li beramberî zarokan tê jiyîn em dikarin bêjin ku li vir mijarên herî pêwist bi rengekî zanist derxin holê. Li heramberî vê rewşê wek rehenda Jineolojîyê pêwist e em bi şêwazê zanistî xwe bi rêxistin bikin. Bi şêwazê zanistî bikaribin têkoşîn bikin û bi şêwazê zanistî bikaribin serkeftinê bi dest bixin." 
 
Xebatên perwerdeyê yên sala 2019'an
 
Dîrokê di dirêjiya gotinên xwe de xebatên sala 2019'an nirxand û wiha domand: "Wek Jineolojîyê di 2019'an de li beramberî van xalên me herî zêde têkoşîn ji bo asta zanebûnê dihat kirin. Jineolojî di 2019'an de herî zêde li dijî hişmendiya mêrê serdest û hişmendiya zayendparêz têkoşîn  meşand. Her wiha di 2019'an de mijara sereke ku Komîteya Jineolojîyê li ser kar û xebatê da meşandin perwerdekirina civakê bû. Li tevahî akademiyên perwedeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê waneyên Jineolojîyê hatin dayîn û dayîna wan didome. Bi hemû pêkhateyên herêmê re zanista Jineolojîyê hat parvekirin û nîqaşkirin. Bi taybet perwerdeyên xweser ên mêr li herêma Firatê û Şehbayê hatin dayîn. Bi rêya rêxistina Kongreya Star ve 3’ê dewreyên xweser ên mêran di 2019'an de hatin vekirin. Di heman demê de perwedeyên giştî yên civakê jî dihatin dayîn." 
 
Lêkolînên ku di nava salê de hatine kirin
 
Dîrokê li ser dîroka gelên herêmê  yên ku di sala 2019'an de hatine kirin de wiha got: "Her wiha Jineolojî di sala 2019'an de girîngî da mijara lêkolînên civaknasiyê. Weke di nava civakê de rewşên şer, qirkirin, koçberî, kuştina jinan, bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re çiqas derfet ji bo jinan hatin avakirin û di aliyê civakê de çi guhertin hatin çêkirin li ser van mijaran lêkolîn hatin kirin. Her wiha lêkolîn li ser jinên ereb, suryan û tirkmen hatin kirin. Veguherînên di nava şer de bi jinan re hatiye çêkirin ji bo ku wek dîrok bimîne, kar û xebat hat meşandin. Di mehên dawiyê de dewleta tirk û hevkarên wê êrîşên xwe yên herî hovane li ser gelê Bakurê Sûriyeyê dide meşandin. Çawa di 2018’an de bi darêzorê herêma Efrînê dagir kir bi heman şêwazî Kantona Girê Spî û Serêkaniyê jî dagir kir. Armanca dewleta tirk guhartina demografiya herêmê ye. Gelên van herêman ji malên xwe derketin û koçber bûne. Komîteya Jineolojîyê li hemberî qirkirin, talankirin, derûniya şer a li ser jin û zarokan bandora ku dayî çêkirin kar û xebatên lêkolînkirina civaknasiya herêmê dan meşandin û wek belgeyekê tê amadekirin."
 
‘JÎNWAR ji bo jinan îlhama jiyanê ye’
 
Dîrokê da zanîn ku gundê JÎNWAR'ê ji bo jinan cihê îlhamê ye û wiha rave kir: "Di sala 2019’an de gundê JÎNWAR'ê hat temamkirin. Di JÎNWAR'ê de kar û xebatên berfireh hatin meşandin. Wek 30 mal, akademiyek û dibistanek hat avakirin. Her wiha kooperatîf û tiba xwezayî ji nû ve hat vejînkirin. Di JÎNWAR'ê de gelek derfet ji bo jinan hatin avakirin, li wir jin bi xwe debara jiyana xwe dikin, zanistên xwe di jiyanê de ji nû ve zindî dikin û di aliyê aborîyê de xwe xurt dikin. Em dikarin bibêjin JÎNWAR di vî alî de roleke sereke lîst û bû cihê têkîlîya bi jinên cîhanê re. JÎNWAR bû gundekî balkişandina tevahî jinên cîhanê wek jinên Ispanya, Fransa, Almanya, Hindistan, Misir û Lubnanê. JÎNWAR bû cihê jiyana azad, bawerî û hêza jinê. Li cihekî wiha girîng jî me xebatên Jîneolojiyê da meşandin.”
 
Di dibistanan de asta perwerdeyê 
 
Dîrokê diyar kir ku waneya Jîneolojîyê di dibistanan de eleqeyek baş dibîne û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Bi armanca avakirina nifşekî azad û demokratîk em wek komîteya Jineolojîyê waneyên Jîneolojîyê di dibistanan de didin xwendekaran. Di dibistan û peymangehan de waneyên Jineolojîyê bû cihê balkişandinê û nîqaşan. Di heman demê de fakulteya Jineolojîyê îsal jî wek sala 2018'an xwendekarên wê bi şêwazê zanista dîroka jinê ya di aliyê mîtolojik de, felsefe, ol û qadên jineolojiyê de perwerde dibînin. Cara yekemîn di dîrokê de fakulteya Jineolojîyê li Rojavayê Kurdistanê hat vekirin. Ev ji bo jinan serkeftineke mezin e. Li kêleka wê li Minbic, Reqqa û Tebqayê xebatên lêkolînan têne meşandin. Her wiha li hemû bajaran navendên lêkolînan hat vekirin. Di sala 2019'an de li navendan piranî me girîngî dida kar û xebatên lêkolînan. Ev lêkolînên têne kirin bi civakê re jî tên parvekirin. Bi armanca Jineolojîyê hîn bêhtir xwe bi civakê bide nasîn me xebatên ramanî dan destpêkirin. Di akademî û atolyayan de perwerdeya tenduristî, zanista jinê û hevjiyana azad tê dayîn. Komxebata ku bi dirûşma "Li dijî zayenperestîyê Jîneolojî rêya çareseriyê ye" li Kobanê hat lidarxistin bi serkeftî bû. Her wiha Kovara Jineolojîyê li Bakurê Kurdistanê bi zimanê tirkî tê weşandin heta astekê ji aliyê gel ve tê pêşwazîkirin. Em hewil didin ku di demên pêş de kovarê bi zimanê erebî û biyanî jî bidin weşandin. Akadimeya Jîneolojîyê di 2019'an de bi taybet ji bo jinên ereb û enternasyonalîst dewre vekir. Bi riya van dewreyan zanista Jîneolojîyê êdî di tevahî cîhanê de belav dibe."
 
'Xebatên di qada Jîneolojiyê de nîşaneya pêşketina civakê ye'
 
Dîrokê di dawiya gotinên xwe de bal kişand ser hêza jinan û got: "Di sala 2019'an de hemû qadên Bakur û Rojhilatê Surîyeyê ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Bi dawî bûna çeteyan re dewleta tirk êrîşî heremên me yên rizgarkirî kir û gel ji warên wan koçber kirin. Her çendî êrîş û şer di herêmên me de zêde bin jî lê belê serkeftin û deskeftiyên me jî xurt in. Wê di sala 2020'an de jin hîn zêdetir bibin xwedî hêza serketinê û têkoşîna xwe li dijî hişmendiya baviksalarî xurtir bikin. Di sala nû de em weke Jineolojî jî em ê hîn zêdetir xwe bigihînin hemû ferdên civakê û zanista xwe bikin bin xizmeta jin û gelan de. Xebatên di qada Jîneolojiyê de nîşaneya pêşketina civakê ye.”