Panoramaya dawiya salê ya 2019'an a Rojava (4)

  • 09:01 23 Kanûn 2019
  • Dosya
'Pêwist e her kes di qada tendirustiya civakê de berpirsiyar be'
 
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Hevseroka Desteya Tendirustiyê Raperîn Hesen, derbarê xebatên salekê yê tendirustiyê, pêşketinên di nava vê qadê de û rola wê di nava pêvajoyê de, nirxandin kir. Raperînê got: "Jiyana bi tendirust bingeha parastina mirovan a ji nexweşiya ye. Erka me ye em jiyaneke tendirustiya wê baş ji bo gelê xwe peyda bikin û di welatekî azad de bê êş bijîn." 
 
Di çarçoveya nirxandina kar û xebatên salekê yên di qada tendirustiyê de Hevseroka Desteya Tendirustîyê Raperîn Hesen nirxandinên girîng kir û ji ajansa me re parve kir. 
 
'Erka me ye em jiyaneke tendirustiya wê baş ji bo gelê xwe peyda bikin'
 
Raperînê wiha dest bi nirxandinên xwe kir:"Di sala 2019'an de em ber bi pêşketinên girîng ve çûn. Qada tendirustîyê cihê ku nexweşî û êşên vî gelî derman dike ye. Gelê me yê ku ev 9 sal in di nava xweşî û nexweşiyên vî welatî de dijîn, erka me bû ku em jiyaneke bi tendirust ji wan re peyda bikin. Yek ji projeyên me yên di sala 2019'an de, vekirina nexweşxaneya dil û çav bû, ji bo tedawiya gel û pêwîstiyên wan me ev proje ava kir. Gelek mirov  nexweşiyên wan hene, lê ji ber rêyên dirêj yên bajarên weke Şam û Helebê ev mirov zehmetî didîtin. Heta digihaştin, ji bo wan dibû misrefek gelek zêde jî. Nexweşxaneya dil û çav êdî barê vî gelî radike û her kes li bajarê xwe tedawî dibin."
 
'Pêwist e her kes di qada tendirustiya civakê de berpirsiyar be'
 
Di dewamiya gotinên xwe de Raperînê bal kişand ser rewşa nexweşxaneyên gel a di nava salê de û wiha domand:"Di aliyê nexweşxaneyên din yên gel de, pêwîstîyên teknîk û bijîjkan lê hatin zêdekirin û niha jî bi êrkê xwe yê mirovahî  radibin. Pêwîstiyên gel a ji aliyê dermana jî tên peyîdakirin. Di vê navberê de, li hin gundan nokteyên tendirustiyê hatin avakirin, da ku şêniyên gundan jî fêydeyekê jê bibînin. Her wekî din me dest bi qeyidkirina cihên taybet ên tendirustiyê kir û cihên wan hatin kontrolkirin. Pêwist e her kes di qada tendirusitiya gel de berpirsiyar be."
 
'Bê ferq û cudahî me birînên civaka xwe derman kir'
 
Raperînê di nava nirxandinên xwe de bal kişand li ser rola qada tendirustiyê ya di nava şerê ku li herêmê rûda û wiha dirêjî da axaftina xwe:  "Dema ku êrîşên dijwar ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin, qada tendirustiyê bi vîneke xurt bi hawara şêniyên herêmê ve çû û roleke sereke li wir da meşandin. Yek ji nokteyên me yên  esasî beşên nexweşxaneya Serêkaniyê bû. Xebatek pir pîroz li wir hat meşandin Heta deqeya dawiyê ji şer û pevçûnan bijîşkên me li ber xwe dan û birînên gel û şervanan derman kirin. Noqteya duyemîn jî nexweşxaneya bajarê Til Temirê bû. Li wir jî kedeke mezin hat dayîn, hemû endam û bijîşk ji bajarên weke Qamişlo, Hesekê û Dêrikê berê xwe dan cihên ku birîndarên şer tînin û bê ferq û cudahî birînên civaka xwe derman kirin." 
 
'Armanca me ew bû ku civaka me rastî êş û azaran neyê'
 
Raperînê wiha dewam kir: "Ji ber dijwariya şer tevgera li Nexweşxaneya Hesekê, zêde bû. Me nexweşxane taybet kir bin xizmeta mirovên ku koçber bûne. Di şer de divê  mirov her tiştî deyne ber çavên xwe. Ya girîng em çiqas dikarin mirovan biparêzin. Armanca me ew bû ku civaka me rastî êş û azaran neyê. Em ê hemû hêza xwe bikin bin xizmeta civaka xwe da ku em civakeke  bi tendirust ava bikin."
 
'Kiryarên hovane jiyana gelek kesan kir nava xeteriyê' 
 
Raperînê  di dewama gotinên xwe de balê dikşîne ser erk û xebata Heyva Sor a Kurd  weke beşek ji tendirustiyê û wiha pê de çû: "Heyva Sor a Kurd jî beşek ji tendirustiyê ye, rola wê  jî di nava vî şerî de, pir pîroz bû. Heyva Sor a Kurd di êniyên herî pêş de, mirov derman dikir. Di nava top û balafiran de bi birîndaran re diçûn û wan digihandin nexweşxaneyan. Di nava van demên zehmet de dewleta tirk çekên qedexekirî bi kar anî. Dermanên vê şewatê li gel me peyîda nedibûn û em rastî zehmetiyên pir bi aloz hatin û di encamê de me gelek birîndar rakirin nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê. Kiryarên hovana derheqê mirovan de, jiyana gelek kesan kir nava xeteriyê û heta niha jî mirov êşên wê dikşînin." 
 
'Em her di xizmeta gelê xwe de ne' 
 
Raperînê di dawiyê de behsa projeyên sala nû dike û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Gelek projeyên me yên din weke tedawîkirina nexweşiyên pençeşêr û vekirina beşek taybet ji bo vê nexweşiyê hebûn, lê mixabin ji ber vê rewşa şer me dan rawestandin. Di sala nû de projeyên me yên ku kêm mane em ê temam bikin. Her wiha beşek taybet ji bo şewatê, em ê li nexweşxaneye Hesekê vekin. Em  her di xizmeta gelê xwe de ne."