Panoramaya dawiya salê ya 2019'an a Rojava (3)

  • 09:13 22 Kanûn 2019
  • Dosya
'Qada civakî, avakirina civakê û demokratîkbûyina malbatê ye' 
 
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Ji Rêveberiya Qada Civakî  ya Rojavayê Kurdistanê Gulîstan Elî, di çarçoveya kar û xebatê salekê yê vê qadê û pêşketinên ku di nav de çêbûne nirxand û got: "Qada Civakî avakirina civakê û demokratîkirina malbatê ye. Armanca me, em barê jiyanê ya li ser milê gelê xwe sivik bikin, da ku di nava aramiyê de bijîn." 
 
Derbarê nirxandina kar û xebatê salekê yê qada civakî ku weke qadeke berpirsiyara civakê û jiyanê tê destgirtin ji Rêveberiya qada civakî ya Rojavayê Kurdistanê Gulîstan Elî, nirxandinên berfireh kir û ji ajansa me re parve kir.   
   
'Di nava xebatê me de rehetiya civakê esas e'
 
Gulîstanê wiha dest bi nirxandina xwe kir: "Dema navê qada civakî tê gotin, civak tê bîra mirov. Xebatê me bi civakê re eleqeder e, pirsgirêkên civakê û pêwîstiyên wê hemû ji vê qadê tê xwestin. Di nava vê xebatê de jî astengdar, mirovên temenmezin û zarok jî em digirin dest û bi wan re eleqeder dibin. Di nava xebatên me de rehetiya civakê esas e, ji ber ku niha em di nava tevgereke civakî  de ne.  Têkiliyên me bi hemû rêxistinên sivîlan re heye û  em bi wan re di nava dan û standinekê de ne. Me semînerên tendirustî, tundiya li ser jinê, baldariya paqijiyê û ji bo rêxistinbûyinê li dar xist."
 
'Qada civakî cihê hembêzkirina jina ye'
 
Gulîstanê wiha dewam kir: "Ji bo zarok û jinan me xebatek girîng da meşandin. Bi desteya jinê re me pêwendiyên xwe xurt kirin û ji bo zarokên bê kes yên ku bav û dayikên xwe di şer de winda kirine, me ji bo pêwîstiyên wan zarokan alîkarî da. Ji bo jinan jî me ev xebat kir û pêwîstiyên wan bi cih anî. Di aliyê şideta li ser jinê de, me dan û standina xwe bi Meclisa Edaleta Jinê re çêkiriye û ji bo bûyerên ku rastî jinan tên, weke jinên Qada Civakî ji van bûyeran re dibûn bersiv û me piştgirî dida jinan. Bi Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê, me hemleyek ji meha Adarê de destpê kiribû. Hemleya ku hat destpêkirin jî, beşdarbûna wê baş bû. Qada civakî cihê hembêzkirina jina ye." 
 
'Armanca me demokratîkirina malbatê û civakê ye'
 
Gulîstanê li ser  rêxistina civakê di aliyê malbatî de da zanîn ku ew xwedî erk û mîsyon e û wiha dom kir: "Di aliyê birêxistinkirina  komîn û serdana malbatan  de, me roleke xwe ya girîng di wir de leyist. Armanca me demokratîkirina malbatê bû û wekheviyekê di navbera jin û mêr de di wê malbatê de were avakirin. Di vê navberê de em derbasî malên gel dibûn, me li pirsgirêkên wan guhdar dikir û gelek caran me çareser jî kirine. Ji ber ji hev fêmkirin esasê avakirina malbata demokratîk û wekhev e." 
 
'Qada civakî xwe berpirisyarê civakê dibîne'
 
Gulîstanê erk û xebatên qada civakî di aliyê perwerdeya zarokan de nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di aliyê perwerdekirina zarokan de 400 mamoste hatin perwedekirin û erkdarkirin. Ji bo dayikên xebatkar bikaribin biçin karê xwe, me ev proje berfireh kir. Ev mamoste li ser dan û standina bi zarokan re û rêbazê baldariyê perwerdeyên xwe dîtin. Ji aliyê dibistanên zarokan ve, dibistan hatin serdankirin, me li rewşa her zarokekî pirsî û perwerdeya ku zarok distînin me nirxand û ji bo pêşketinên nû, me encam girt. Ji ber ev zarok hêvî û pêşeroja vê civakê ne. Qada civakî xwe berpirsyarê civakê dibîne. Li ser vî esasî bi van saziyên ku em bi wan re di nava diyalogê de ne, xebatek têr û tije me da meşandin."
 
'Divê hestên mirovî tim zindî bin, da ku civak baldar be'
 
Ji bo zarokên astengdar û rewşa wan Gulîstanê da zanîn ku gelek projeyên wan hene û wiha dewam kir: "Çalakiyên me hemû  ji bo xizmeta gel in, ji bo em di nava guhertinên pêşketinê de bin. Wek Qada Civakî xebatê me yên taybet jî hebûn. Me komîteyên xwe ava kirin û me dest bi serjimêrê ji bo hemû mirovên astengdar kir. Di nav de me komîteyek taybet ji bo van mirovan derxist, da ku cihek ji wan re were avakirin. Niha cihên astengdara  di herêma me de, tenê  ji bo zarokan heye, lê ji bo kesên mezin tu projeyên wiha nehatibûn avakirin. Bi vê  projeya me, em dixwazin komeleya taybet ji bo astengdarên mezin ava bikin. Di derbarê vê serjimêrê de me hejmara astengdara derxistiye, em ê biçin serdana malbatên wan, li rewşa wan bipirisin û li gor wê em ê wan pêşwazî bikin. Divê hestên mirovî tim zindî bin, da ku civak baldar be."
 
'Em dixwazin barê jiyanê yê li ser milê gelê xwe sivik bikin' 
 
Gulîstanê di dawiya gotinên xwe de balê dikşîne ser mijara koçberan, xebatê ku ji bo wan were kirin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Di aliyê rewşa heyî û rewşa koçberiyê ya ku di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker derket pêş de em ketin nava tevgerê. Me komên xwe ava kirine, da ku derbasî kampên koçberan bibin û pêwîstiyên wan bi cih bikin. Gelek rêxistinên mirovahî hene, tenê ji bo navê xwe li wir in û pêdiviyê van koçberan weke ku tê xwestin pêk nayên. Erka me ye em li van koçberan xwedî derkevin û bi rengekî nû wan tevlî jiyanê bikin. Em weke qada civakî dixwazin barê jiyanê yê li ser milê gelê xwe sivik bikin, da ku di nava aramiyê de bijîn."