Berxwedana kesên li hember zilmê serî netewandin (6)

  • 09:16 14 Kanûn 2019
  • Dosya
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de Hemşê Çagli ya ku kurê xwe Osman Çagli di qedexeya  yekem de û hevjînê xwe Nurettîn Çagli di qedexeya dawiyê de winda kiriye, navên “Kader” û “Osman” li neviyên xwe kiriye û têkoşîna hevjîn û kurê xwe dide domandin.
 
Qedexeya derketina derve ya navçeya Cizîr a Şirnexê ku di 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin heta 1’ê Adara 2016’an berdewam kir. Di qedexeyên derketina derve de ku 79 rojan berdewam kir Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) jî tê de nêzî 300 kesî jiyana ji dest dan û bi sedan kes birîdar bûn. Di dema operasyonê de ji ber çekên giran hatin bikaranîn nêzî 3 hezar xaniyên taxên Yafes, Sûr, Cudî û Nurê zirar dîtin. Hemşê Çagli ya ku di qedexeya yekem de kurê xwe û ya dawiyê de jî hevjînê xwe winda kir, bi lêv kir ku dê têkoşîna wan bidin berdewamkirin.
 
'Dema em derketan em dibûn hedefên çekan'
 
Hemşê diyar kir ku di meha çileyê de di sir û seqemê de bi qedexeyan ferman li ser kurdan hatiye kirin û wiha got:"“Li Cizîrê bi carekê şer dest pê kir. Li her derê dengê tank û topan dihat. Dema qedexe hatin îlankirin em  neçûn tu cihî. Ji ber dinya sar e û me digot dê qedexe zêde dirêj nebe. Qedexeya yekem zêde dirêj nebû ji ber wê jî me malên xwe terk nekir. Lê em nikaribûn biçiyan hewşa mala xwe. Dema em derketan em dibûn hedefên çekan.”
 
‘Kesê çû û careke din nehatin’
 
Hemşê,  bi lêv kir ku di dema qedexeya derketina derve ya 9 rojan de li bajêr dengê tank û ropan bilind bûye û kurê wê yê 18 salî Osman Çagli li ber deriyê mala wan ji aliyê leşkeran ve hatiye kuştin. Hemşê, wiha got: “ Kurê min di qedexeya yekem de li ber deriyê mala me ji aliyê leşkeran ve hat kuştin. Kurê min mirovekî gelek zana bû. Kesên çûn û careke din nehatin. Kurê min jî çû û êdî nehat. Êdî tu çûyîn çare nakin. Şûna ku em biçin me got em ê li berxwe bidin. Erdogan bi salan in dixwaze me kurdan bi kuştinê, komkujiyê û tunekirinê  bide tirsandin. Lê belê em dibêjin ew nikare me xilas bike. Ji ber ku em bi berxwedan û têkoşîna xwe ve dibin bersiva van êrîşan. Jiyan ji bo me wê rojê şûnde bû dojeh. Ji ber ku piştî qedexeya yekem qedexeya herî dirêj ya pêvajoyê dest pê kir.”
 
‘Çekên bi jehr jî bi kar anîn’
 
Hemşê ya ku kurê xwe Osman di qedexeya yekem de winda kir, hevjînê xwe Nurettin Çagli jî di qedexeya dirêj de di guleya ku ket hewşa mala wan de jiyana xwe ji dest da soza berdewamiya têkoşîna xwe her dem nû dike. Hemşê, wiha behsa kuştina hevjînê xwe dike: “Hevjînê min derket hewşa malê ji bo destmêjê bigire nimêj bike derket. Çawa ku hevjînê min derket derve parçeyek gule li hewşa mala me ket û hevjînê min ji nigê xwe giran birîndar bû. Piştî ku hevjînê min rakirin nexweşxaneyê bijîşkan ji me re gotin ku çekên bi jehr hatine bikaranîn. Jiyana wî di xetereyê de bû. Bijîşkan ji me re gotin ew dikare herî zêde mehekê bijî. Hevjînê min ji ber çekên bi jehr hat kuştin. Hevjînê min di meha çileyê de birîndar bû û di meha sibatê de jî jiyana xwe ji dest da. Tank û topên wan têr nekirin, çekên bi jehr jî bi kar anîn.”
 
‘Zarok bi dengê çekan  mezin bûn’
 
Hemşê, diyar kir ku şûna ji kolan û kûçeyan dengê zarokan bê tenê dengê tank û topan dihat û wiha dewam kir: “Zarok bi dengê çekan  mezin bûn. Dinya sar bû û em nikaribûn biçûna tu cihî. Wê demê em jin, zarok, kal û pîr pêrîşan bûn. Ji bo em komirê bînin texin sobeyê em nikaribûn derketina hewşa mala xwe. Em bêxwedî  mabûn û kesî dengê me nebihîst. Hemû cîhan kor, ker û bêziman mabûn. Min kurê xwe û hevjînê xwe winda kir. Ez ditirsiyam ku ji malbata xwe kesekên din dîsa winda bikim.”
 
Yek Kader û yek Osman e
 
Hemşê, diyar kir ku beriya hevjînê wê jiyana xwe ji dest bide neviyê wê hatiye dinyayê û wiha got: “Hevjînê min got ‘ger ev tiştê em dijîn qedera me ye bila navê neviyê min Kader be.’ Wekî ku dizanibû dê bimire. Min jî navê wê kir Kader û niha 4 salî ye. Piştî wê neviyekî min dîsa hat dinyayê. Me navê wî jî kir Osman. Her ku ez li neviyê xwe binêrim dê kurê min Osman bê bîra min. Ji bo kurê min, ev berxwedan û têkoşîn neyê jibîrkirin me navê wî kir Osman.”
 
‘Em wek stêrkan zêde dibin’
 
Hemşê, di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di ser komkûjiya Cizîrê de 4 sal derbas bûye jî êşa wan hîn wek berê nû ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me tu carî wan demên berê ji bîr nekir û em ê nedin jibîrkirin. Heta ku em li ser rûyê cîhanê bin em ê berxwedana wan bînin bîra xwe û bidin jiyîn. Em ê tim li ser şopa wan bin û di rêya wan de bimeşin. Em ê têkoşîna wan bidin berdewamkirin. Hemû cîhan gelek baş dizane ku kesê ev şer da destpêkirin Erdogan û îktîdara AKP’ê ye. Ew bawer dikin ku ew ê bi kuştinê me xilas bikin. Lê belê em bi mirinê xilas nabin. Ji ber ku em wek stêrkan zêde dibin. Em ne terorîst in, mirov in. Em kurd in û em ê tu carî xwe înkar nekin.”