Berxwedana kesên li dijî zilmê serî netewandin: Cizîr (3)

  • 09:11 11 Kanûn 2019
  • Dosya
4 sal e li jêrzemînên Cizîrê li cenazeyê keça xwe digere
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Heznî Aslan 4 sal e bê navber li cenazeyê keça xwe Hacer Aslan digere. Heznî ya ku lawê wê jî li Cizîrê jiyana xwe ji dest da got: "Çi dibe bila bibe ez ê ji têkoşîna xwe gavê paşve neavêjim. Heta dawiya jiyana xwe ez ê li têkoşîna zarokên xwe xwedî derkevim û li ser şopa wan bim." 
 
Li gel ku di ser qedexeya derketin derve ya li Cizîra Şirnexe ya di 14'ê Kanûna 2015'an de dest pê kir û heta 2'yê Adara 2016'an berdewam kir re 4 sal derbas bûn, ji 130 kesên ku jiyana xwe ji dest dan hîna cenazeyê 16 kesî nehatiye dîtin. Ji malbatên ku bi rêya parêzeran gelek caran xwîn dan ATK’ê û testa DNA'yê dan yek jê jî Heznî Asan e ku ji bo cenazeyê winda yê keça xwe Hacer Aslan lêgerîna xwe berdewam dike.   
 
Ji bo keça xwe çû, rastî cinazeyê kurê xwe hat
 
Di dema qedexeya derketina derve de birayekî Heznî û du zarokên wê jiyana xwe ji dest dan. Heznî 4  sal e cenazeyê winda  yê keça xwe Hacarê diger û dixwaze.  Heznî, bi lêv kir ku piştî birayê wê jiyana xwe ji dest daye fêr bûye ku keça wê jî di jêrzemînan de ye û got ku di dema jêrzemînên yekemîn de navên kesên birîndar hatine xwinden û navê keça wê jî derbas bûye.
 
Heznî, anî ziman ku piştî demek di televîzyonê de navên kesên jiyana xwe dest dane hatine xwendin navê keça wê jî derbas bûye û li ser vê yekê çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê xwîn daye. Heznî wiha berdewam kir : “ Qedexeya derketina derve li Cizîrê hatibû rakirin, em vegeriya bûn. Kevir li ser kevir nehîştibûn. Malên me hatibûn wêrankirin, navçe nedihat nasîn. Em li bendê man ji bo encamên xwînê derbikevin, ji bo cinazeyê keça xwe bibînim. Em li benda keça xwe bûn lê cinazeyê kurê min derket.”
 
4 sal in li cenazeyê keça xwe digere
 
Heznî, da zanîn ku piştî cinazeyê kurê xwe defin kiriye vê carê jî ji bo keça xwe xwestiye xwînê bide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku min berê jî xwîn dabû ji min re gotin heta 6 meh derbas nebin tu nikarî careke din xwînê bidî. Piştî ku 6 meh derbas bûn em careke din çûn û me xwîn da. Di ser dema min xwîn da re  4 sal derbas bûn û cinazeyê keça min hîn jî winda ye. Ev  4 sal e ez li cinazeyê keça xwe digerim. Ez nizanim ku ew saxe yan mirî ye. Ev 4 sal ji bo min gelek zahmet derbas bûn.”
 
‘Ez bi hêviya ku gorek keça min hebe dijîm’
 
Heznî, got ger keça wê miribe jî dixwaze axa wê hembêz bike û hizûrê bibîne. Heznî, xwest ku keça wê bê dîtin û ev tişt anî ziman: “Hêviya min bi tenê ew e ku gorek keça min hebe. Dema ez diçim goristanê ser gora birayê xwe û kurê xwe ez gelek aciz dibim ji ber ku goreke keça min jî tune ye. Ez ji kesên berpirsyar dipirsim cinazeyê keça min li ku derê ye? Ez cinazeyê keça xwe dixwazim. Ez ez li hêviya ku rojekê cenazeyê keça min bidin min dimînim. "
 
‘Wan baş dizanibûn ku kesên qetil kirin sivîl bûn'
 
Heznî, diyar kir ku li dijî hemû tiştên jiyaye dê tu carî dev ji berxwedan û têkoşîna xwe bernede û wiha bertek nîşan da: “Me tu carî li ber dijmin serî netewand û em ê netewînin. Ew kesên ku hemû di jêrzemînan de bûn hemû sivîl bûn. Kesên ku ew kuştin jî baş dizanibûn ku sivîl in.”
 
'Heta dawî ez ê têkoşîna wan bidomînim'
 
Heznî, di dawiya axaftina xwe de got dê têkoşîna kurê xwe, keça xwe û birayê xwe ku di jêrzemînan de hatin qetilkirin berdewam bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta cinazeyê keça xwe bibînim ez ê di nav lêgerînê de bim. Heta dilopek xwîna min hebe jî ez ê dev ji vê lêgerînê bernedim. Ez ê tu carî dev ji vê rêyê bernadim. Ez ne ji mirinê, ne ji girtinê û ne jî zehmetiyan ditirsim. Heta bêhna xwe ya dawî ez ê xwedî li mîrasa wan derkevim.”
 
Sibe: Nursela ku dayika wê jê re digot 'Gewra min' Nursel 18 salî ma