Berxwedana kesên li dijî zilmê serî netewandin: Cizîr (2)

  • 09:15 10 Kanûn 2019
  • Dosya
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Di ser qedexeya derketina derve û komkujiyê de 4 sal derbas bû û der barê komkujiyê de gelek dosya bi hinceta ‘ne li gorî hiqûqê ye’ bi neşopandinê bi encam bû. Yek ji parêzerên dosyaya Cizîrê Newroz Uysal diyar kir ku her dosya ji neşopandinê re û ji kiryarnediyariyê re hatiye hiştin û got wê şopdarê pêvajoyê bin.
 
Walîtiya Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de li Cizîrê qedexeya derketina derve îlan kir û 79 rojan berdewam kir. Qedexe di 2’ê Adara 2016’an de bi dawî bû û di êrîşan de nêzî 300 kesî hatin qetilkirin. 177 kes di bodruman de ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin şewitandin. 92 kes bêyî nasnameyên wan bê aşkerakirin li goristana bêkesan hatin definkirin.
 
Di seranserê pêvajoyê de destûr nehat dayîn ku tu rojnameger, siyasetmedar, sazî û dezge bikevin Cizîrê. Taxên Cizîrê hatin topebarankirin û koçberî li gel hat ferzkirin. Lê tevî zextan gel mal û axa xwe terk nekir.
 
Cizîr di darazê de ye…
 
Li dijî komkujî û binpêkirina mafan di 2015-2016’an de ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB), Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) gelek serlêdan hatin kirin û hat xwestin ku ji bo pêşî li binpêkirina mafan bê girtin, biryarên tedbîrê bên girtin. DMME’ê li gorî xala 41’ê ya rêziknameya hundir biryar girt ku serlêdan bên destgirtin. DMME’ê di encama vê biryarê de der barê 34 serlêdanên hatine kirin de ji Tirkiyeyê parastin xwest û diyar kir ku wê di rojên pêş de der barê kesên serlêdan kirine de wê biryarê bidin.
 
Nêrîna dadgeha li dijî binpêkirinan
 
DMME’ê di meha tîrmehê de biryara rûniştinê da. Lê dadgeh şûna ji bo hemû dosyayan rûniştinê bike, du dosya hilbijart û nîqaşên esas û usulê yên ji bo her du dosya ji bo hemû dosyayên din pêk anî. Diyar kir ku wê ji ser dosya Omer Elçî û Orhan Tunç van bike. Ji Ewropa û Tirkiyeyê gelek nûnerên mafên mirovan û parêzeran tevlî rûniştinê bûn. Komkujiya bi destê dewletê li Cizîrê hat kirin yekem car li dadgehek navneteweyî hat nîqaşkirin. Dewletê yekem car der barê komkujiyên li Cizîrê de parastin kir. Dewletê raporek parastinê ya ku xwe mafdar didît pêşkêş kir.
 
‘Me her cureyê têkoşîna hiqûqî meşand’
 
Yek ji parêzerên dozê Newroz Uysal der barê dozê de ji ajansa me re axivî û da zanîn ku di navbera 2015-2016’an de qedexe li Şirnex û navçeyên wê hatiye jiyîn û qedexeyên di navbera 4’ê îlona 2015-14’ê Kanûna 2015’an pêvajoyên ku hev temam kirine û got: “Di pêvajoya qedexeyê de me wek Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) binpêkirinên maf şopandin. Ji bo binpêkirinên maf bên tespîtkirin û ev qedexe hem li Tirkiyeyê û hem jî li qada navneteweyî bê bihîstin me gelek xebat meşandin.”
 
‘Em dosyayên 120 kesî dişopînin’
 
Newrozê diyar kir ku bi qedexeya di 14’ê Kanûna 2015’an hat îlankirin re li gorî daneyên fermî 286 kesî jiyana xwe ji dest daye û got bi 160 dosyayî re têkiliya vekaleta fermî ava kirine, her wiha 120 dosyayî jî dişopînin.Newrozê wiha berdewam kir: "Dema me dosya dişopand, ewil em li ser aliyê cezayê disekinîn. Em hewl didin hovîtiya hatiye jiyîn derxin holê. Dema qedexe didomiya ji bo kesên di jêrzemînan de bên xilaskirin me serî li Dadgeha Destûra bingehîn û Dadgeha Mafê mirovan da. Ev pêvajo piştî qedexeyê jî berdewam kir."
 
Cîhan ker û lal ma…
 
Newrozê bi lêv kir ku di navbera 14’ê kanûn û 24’ê Çîle de şahidiya mirinên yeko yeko kirine û di vê pêvajoya zarok , kal û pîr hatine qetilkirin û got: “Piştî 24’ê Çile pêvajoya jêrzemînan hat destpêkirin. Me di vê mijarê de ji bo kesên di jêrzemînan de bên xilaskirin her tişt kir. Me rayagiştî ya cîhanê agahdar kir. Lê tevî hemû hewldanan cîhan ker û lal ma. Di sê navnîşanan de her kesî jiyana xwe ji dest da.”
 
Dadgehê xwe kir şûna leşkeran
 
Newrozê ev tişt anî ziman: “Me wek hiqûqnasan serlêdana tedbîra mafê jiyanê kiribû. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê xwe kir şûna dewlet, leşker û fermandariya giştî serlêdanên tedbîrê red kir. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê serlêdanên tedbîrê hinek qebûl kir lê yên ku daxwaza tedbîra wan hatibûn qebûlkirin hema hema hemûyan jiyana xwe ji dest dabûn. Cîhan Karaman, Orhan Tunç jiyana xwe ji dest dan. Tenê Helîn Oncu birîndarî hat xilaskirin. Tevî ku ev tiştên hatin jiyîn li dijî hiqûqê bû, dadgeheke ku vê wisa binirxîne tune bû.”
 
‘Malbatên ku cenazeyên xwe negirtine hene’
 
Newrozê destnîşan kir ku dozgeran weke ku çûne cihê bûyerê, îmze avêtine û ev dijhiqûqî wiha bi lêv kir: “Hinek malbatan wê demê gotin madeya kîmyewî hatiye bikaranîn. Em neçar bûn van îdiayan cidî bigirin. Me der barê vê de serlêdan kir. Li ser îtîrazan di lêkolîna cihê bûyerê de dozger neket jêrzemîna kolana Bostanci. Ji ber fikara ewlehiyê li der sekinî. Em bi hevalên xwe yên parêzer re ketin hundir. Me hewl da em delîlan kom bikin. Piştî bûyerê hat gotin ku 300 kesî jiyana xwe ji dest daye. Gelek malbatan jî hîna cenazeyên xwe negirtine. Dadgeha heta niha bi hinceta ‘bi hêzên ewlehiyê re ketine pevçûnê û mirin wê-wî parastina rewa ye’ 38 dosya girt.”
 
‘Piranî îtîrazên me hatin redkirin’
 
Newrozê daxuyakirin der barê girtina dosyayan de îtîrazên xwe jî kirine lê mixabin piraniya îtîrazên wan hatine girtin û got pêvajoyên wan yên darizandina dosyayan jî didome. Newrozê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Me heta niha jî bersivên rast ji bo pirsên xwe negirtin. 4 sal di ser komkujiyê de derbas bû. Bi sedan dosyayên ku di tarîtiyê de mane û hesabê wan nehatiye pirsîn hene. Lê ev hincet ji bo me nayên qebûlkirin û em ê ji bo ku hesab bê dayîn îtîrazên xwe bidomînin.”
 
‘Refleksa dewletê ne hiqûqî ye’
 
Newrozê bi lêv kir ku heta niha ji bo 62 dosyayên ku biryara neşopandinê ji bo vê hatiye dayîn serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane û got: “Refleksa ku dewletê di pêvajoya qedexeyên derketina derve de nîşan daye ne reflekseke hiqûqî ye. Berovajî vê em hewldana wan a girtina dosyayan, wek berdewamiya polîtîkaya bêcezabûnê dinirxînin. Em di nokteya dosyayên Cizîrê de her cureyê mekanîzmayê didin zorê. Em ê di qada navneteweyî de jî di alî hiqûqî de jî xebatên xwe bimeşînin.”
 
Sibehê: Heznî Aslan 4 sale li jêrzemînên Cizîrê li cenazeya keça xwe digere