Bajarê ku kevneşopiya berxwedanê lê xilas nabe: Cizîr (1)

  • 09:02 9 Kanûn 2019
  • Dosya
Piştî 4 salan tiştên hatin jiyîn hîn nû û zindî ne
 
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ku qedexeya derketina kolanan hat jiyîn 4 salan li pey xwe hîşt, di mêjiyê gel de gotinên "Me serî netewand" ma. Beriya 4 salan tiştên ku hatin jiyîn wek berê hîn nû û zindî ye.  
 
Qedexeya derketina derve ya navçeya Cizîr a Şirnexê ku di 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin heta 1’ê Adara 2016’an berdewam kir. 79 roj qedexeya derletina derve berdewam kir. Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) jî tê de nêzî 300 kesî jiyana ji dest da û bi sedan kes birîdar bûn. Di dema operasyonê de ji ber çekên giran hatin bikar anîn nêzî 3 hezar xaniyên taxên Yafes, Sûr, Cudî û Nurê zirar dîtin. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ev qedexe wekî "Tabloya dişibe qiyametê' pênase kiribû.
 
Jêrzemîn hîn di mêjiyên gel de zindîne
 
Ji ber şer bi hezaran mirov ji cih û warên xwe koçber bûn. Hevserokên Meclîsa Gel Mehmet Tunç û Asya Yuksel, siyasetmedar, rojnameger û gelek kes di jêrzemînan de asê man benda ambûlansan man, hatin şewitandin û hatin qetilkirin. Îro jî Serokê Karê Hûndir Suleyman Soylu jêrzemînin Cizîrê jibîrkir û ji şibandina Hîtleran re bertek nîşan da û got “Lê me tu kesî di odeyên gazê de neşewitandi ye.”
 
Lê sed sal derbas bê jî tu carî gotinên Mehmet Tunç nayên ji birkirin; "Me serî netewand. Mirovên ku sax mane bi me serbilind bin”. Gotinên Mehmet Tunç ku ji devê gelê Cizîrê nakeve, di dema qedexeyê de tiştên ku jiyane hîn wek berê nû ye.
 
Li ser cenazeyan TOKÎ hatin çêkirin
 
Piştî qedexeyan li cihê ku gelek kes jiyana xwe ji dest da xaniyên TOKÎ'yê hatin avakirin. Malbatên ku berê xaniyên wan li wir bûn xaniyên TOKÎ red kirin. Li qada înşaetên TOKÎ bi têlan hat dorpêçkirin û destûr nehat dayîn ku kesek nêz bibin. Her wiha li gorî agahiyan hêj jî li cihê TOKÎ'yên ku tê avakirin cenaze hene. Malbatên ku hêvî dikin bigihîjin cenazeyên zarokên xwe wiha dibêjin: “Hêviya me bi tenê ew e ku em cenazeyên zarokên xwe bigirin û bila gorên wan hebin.”
 
Dosye yek bi yek tên girtin
 
Di qedexeyan de der barê kuştina welatiyan de lêpirsîn hatibû vekirin. Têkildarî kuştinên welatiyan lêpirsîna hat vekirin yek bi yek bê encam bi dawî bide û hewce bi lêpirsînê nayê dîtin. Heta niha der barê 70 kesên hatin kuştin de dosyaya wan bê encam bi dawî bû û lêpirsîn hat betalkirin. Biryara bêşopandinê hat dayîn. Der barê gelek kesên jiyana xwe ji dest dan jî bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" biryara kuştina wan li gorî hiqûqê ye dan.
 
Cizîr bûye girtîgeheke vekirî... 
 
Piştî qedexe hatin îlankirin şûnde polîs, tîmên taybet zêde kirin. Li gelek kuçe û kolanan nokteyên kontrolê hatin danîn. Li gel nokteyên kontrolê li hemû kolanan zêde bûye jî dîsa di nava zarok û ciwanan de tiryak zêde bûye. Ji aliyek dinê ve jî qedexeyên Walîtiya Şirnexê xilas nabe, qedexe li ser qedexeyan îlan dike. Her wiha piştî qedexeyê, li serê her kolan û kûçeyê maşîneyên zirxî û polîs hatin bicihkirin. Dema mirov di kolanan de digere piştî çend gavan car rastî polîs û maşîneyên zirxî tên. Her wiha piştî qedexeyê kamerayên mobeseyê li kol û kûçeyan hatin zêdekirin. Mirov dikare bêje ku li Cizîr bûye girtîgeheke vekirî. 
 
Piştî qedexeyê tiryak zêde bû!
 
Bi taybetî piştî qedexeyan dibistan bûn qereqol û zarokên lîse û dibistanên navîn dest bi tiryakê kirin. Tevî ku li hemû kolan û kuçeyan kamerayên MOBESE hene jî dîsa tiryak zêde bûye. Tê diyar kirin ku temenê kesên tiryakê dikişînin daketiye 14 salî. Bikar anîna tiryakê bi taybetî jî li taxên Sûr, Cûdî, Yafes û Nûrê li pêş e û li vir ji bo gel polîtîkayeke taybet tê meşandin. 
 
Çend 4 car derbas bibin jî li dijî qedexeyên ku zêde bûne jî li bajêr sekna gel û berxwedana wan berdewam dike. Şêniyên Cizîrê, dema qayûm tayînê şaredariya Cizîrê hat kirin bertekên xwe gotinên Mehmet Tunç anîn ziman.