Rojava çima şoreşa jinê ye? (7)

  • 09:02 26 Mijdar 2019
  • Dosya
Bêrîtan Mediya: Pêşengên azadiyê destanên lehengî û wêrekiyê nivîsandin
 
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Fermandara YPJ'ê Bêrîtan Medya sedema avabûna YPJ'ê, merheleyên ku tê de derbas bûne her wiha pêşeng û fedayiyên vê hêz, têkoşîn û berxwedana li hember êrîşan dewleta tirk ên li ser Rojav nirxand. 
 
Da ku em sedema avabûna Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), merheleyên ku tê de derbas bûn, pêşeng û fedayiyên vê hêzê û bandora wê ser tevahî cîhanê nas bikin me hevdîtin bi Fermandara YPJ'ê Bêrîtan Medya re çêkir.
 
'Jina birêxistinkirî dikare jinên kole ji pencên desthilatdariya mêr rizgar bike' 
 
Bêrîtanê diyar kir ku civak di bin navê ol û kevneşopiyan de hêza jinê puç kiriye û wiha domand: "Civak ji ber hişmendiya xwe ya desthilatdar jin her biçûk kiriye, hêz û îradeya wê pûç kiriye û nehiştiye bi rengekî rast rola xwe ya esasî di civakê de bilîze. Her tim jinê dikin koleya xwe û hemû zanebûna jinê ayîdê xwe dikin, da ku jin serî hilnede û nebe xwedî îrade û xwedî li wan destkeftî û zanebûna xwe derkevin. Jina birêxistinkirî dikare bajarekî bi rê ve bibe û xwedî li tevahî jinên kole derkeve û wan ji pencên desthilatdariya mêr rizgar bike."
 
'Avabûna YPJ'ê bû dengvedana hemû jinên cîhanê'
 
Bêrîtanê sedema avabûna hêzek jinê ya mîna YPJ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û guhertinên di kesayeta jin û civakê de dane avakirin wiha anî ziman: "Guhertina hişmendiya civakê bi salek û du salan çênabe, lê têkoşîna min her berdewam bû. Berî ku YPJ were avakirin hevalên jin hember malbatên xwe têkoşîna guhertina hişmendiya wan dabûn destpêkirin heta ku tevlî YPJ'ê dibûn û dibûn jineke leşker ji bo xwe, civak û tevahî jinên cîhanê têbikoşe. Şervanên jin di destpêkê de cihê xwe di  Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê-Rojava (YXK)'ê de digirtin paşê pêwîsîtî hate dîtin ku hêzeke jin a serbixwe û li gorî xwesertiya xwe were avakirin. YPJ di 4'ê Nîsana 2014'an de hate avakirin, avakirina vê hêzê bi jinên pêşeng û fedaî li tevahî cîhanê deng veda. YPJ bû vedenga hemî jinên cîhanê."
 
'YPJ'ê hevsengiya herêmî û cîhanî da guhertin'
 
Bêrîtanê wiha dewam kir: "Her di civakê de rakirina çek û bikaranîna wê, parastina axê û hemû alavên şer û leşkertiyê aîdê mêr hatiye dîtin. Lê YPJ'ê hemî hevsengiyên civakî yên herêmî û cîhanî berovajî hev kir û guhert, hebûn û hêza xwe ya leşkerî di tevahî cîhanê de bi berxwedan û têkoşîna xwe da qebûlkirin. Em nikarin bêjin bi temamî hatiye guhertin, lê têkoşîna me ya li hember hişmendiya ku azadiya jinê zincîr dike û hebûna wê tune dike, di astek herî bilind de dewam dike. Berî çend salan jî bi qasî ku leşkertî mezin, hêza jinê jî biçûk dihat dîtin. Jineke ku nikaribe di aliyê leşkerî de xwe biparêze dê nikaribe xwedî li nirxên xwe yê din jî derkeve."
 
'Dixwazin berjewendiyên xwe pêk bînin'
 
Bêrîtanê bal kişand ser berxwedanê û wiha got : "Şoreşa ku me di 2012'an de dest pê kir heta niha jî dewam dike, hêzên mezin û hegemon Sûriye kirin navenda şerê cîhanê yê sêyemîn. Li ser ax û jiyana gelên Sûriyeyê dixwazin berjewendiyên xwe pêk bînin û heta astekê jî pêk anîn. Şer li her deverên Sûriyeyê belav kirin, bi milyonan jin, zarok qetil kirin û revandin. Her wiha ew ji ser axa wan koç kirin. Hiştin gel bi hesreta vegera axa welatê xwe bijîn heta ku jiyana xwe ji dest dan. Li hember ewqas planên dagirkeriyê li dijî gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn ku hate meşandin hêzên me YPJ/YPG'ê û QSD'ê berxwedaneke bêhempa û berdêlên giranbuha dan."
 
'Dijmin ji hêza jinên pêşeng û şoreşger ditirse'
 
Bêrîtanê di dewamiya gotina xwe de diyar kir ku YPJ'ê di dilê dijmin de tirs û xofek herî mezin ava kir û wiha domand: "Berxwedana hêza jinê li hember desthilatdariya mêr bi ser dikeve. Dijmin tekane ji hêza jinên pêşeng û şoreşger ditirse, mînak dema ku hevalek me ya jin dîl digirin wekî ku mûcîzeyek kirine didine diyarkirin. YPJ'ê di dilê dijmin de tirs û xofek herî mezin da çêkirin. Li hember terora Cebhet El-Nusra, DAIŞ û dewleta tirk gelek jinên pêşeng ku ji bo azadiya civaka xwe û neteslîmkirina wan canê xwe feda kirine. Ji Roksan, Ronahî, Silava, Bêrîvan, Avesta Xabûr, Barîn Kobanê, Amara Kobanê, Çîçek Kobanê, Sara, Zeyneb, Ronahî û Zîna Kobanê bigire gelek jinê leheng li dijî sîstemên dagirker şer kirin. Her rêhevalek me yên  şehîd, destaneke û di rûpelên dîrokê de cih girtin."
 
'Jinên bêyî hêzeke parastinê, mehkûmî hemû rengên windahiyê ne' 
 
Bêrîtanê teqez kir ku jinên bê parastin mehkûmê hemû rengên windahiyê ne û wiha dewam kir: "Şengalê hêza xwe ya parastinê û rêvebirinê ava nekir, tevî ku Rêber Abdullah Ocalan jî her digot pêwîst e Şengal hêza xwe ya parastinê ava bike, lê civaka Êzidî ev yek pêk neanî û berî 5 salan li ber çavên hemû cîhanê çeteyên DAIŞ'ê û bi alîkariya hin hêzên navdewletî û herêmî êrîşî Şengalê kirin û bi sedan ji jinên Êzîdî qetil kirin, tecawiz kirin û revandin. Li gelek bazarên Mûsil, Reqa, Dêra Zor û Şedadê jî dihatin firotin û niha dîsa jî çarenûsa bi sedan jinî jî ne diyar in. Jinên ku hêzên xwe yê parastinê ava nekin, mehkûmî hemû rengên windahiyê ne."
 
'Bi sedan jinên ereb xwediyê axa xwe derketin'
 
Bêrîtanê bal kişand ser lêgerîna li rastiyê û azadiyê li gel jinên Ereb û ev yek anî ziman: "Mirov çiqasî bêje jî hindik e, ji ber ku civaka ereb bi temamî hêz û îradeya jinê pûç kiriye û nexwestiye bigihêje rastiyê û li azadiya xwe bigere. Her ew mehkûmî zewaca temenê biçûk kirine.Tevlîbûna jinên Ereb ji YPJ'ê re berê kêm bû ji ber ku lêgerînên wan yê azadiyê jî pir kêm bû, lê bi têkoşîna me û wan bi sedan tevlî bûn û xwedî li ax û rûmeta xwe jî derketin. Şervanên ereb axa welatê xwe mîna bedena xwe dibînin û bi vê felsefe û ferasetê axa xwe diparêzin."
 
'Fermandar Rojda Felat operesyona Xezeba Firatê bi rê ve dibir'
 
Bêrîtanê da zanîn ku jin ne tenê şervan e, fermandar, pêşeng, şer û tektîkên şer jî bi rê ve dibin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Jinan di şoreşê de xwe di astek herî bilind de li pêş xist, ne tenê bû şervan bû pêşeng, fermandar û êdî operesyonên leşkerî jî bi rê ve dibin û pêşengtiya wê dikin. Di operesyona Xezeba Firatê de (Reqqayê) Fermandar Rojda Felat pêşengtiya wê kir û bi dehan jinên ku berxwe didan canê xwe feda kirin da ku jinên Êzidî rizgar bikin û jiyaneke nû pêşkêşî wan bikin. Fermandar bi fikir û zanebûna xwe tektîkên şer ava dikirin û çawaniya rêveçûna wê jî bi rê ve dibir. Di bikaranîn, vekirin û girtina çekên giran û ferdî de jî pispor in. Ev bi xwe serkeftineke dîrokî ye."
 
'Îslamiyeta DAIŞ hebûn û nasnameya jinê binpê dike' 
 
Bêrîtanê hovitî û hişmendiya DAIŞ'ê ku nasnameya jinê tune dike rave kir: "Hişmendiya DAIŞ û îslamiyeta wê hebûn, nasname û îradeya jinê binpê dike, lê jinên ku bi fikrê jineke azad civakeke azad ava dike ketin nava tevgerê û têkoşîn kirin. Dema ku dijmin pêl axa me dike mîna ku pêl bedena me jî dike, ji ber wê û bi vê ferasetê rêhevala me Avesta Xabûr çalakiyeke fedayî pêk anî da ku çete pêl axa wê neke. Li hember dijwarbûna êrîş û dagirkeran dijwarbûna îrade û têkoşîna şervanên jin derdikeve pêş."
 
'Êdî rojên serkeftinê hatine'  
 
Bêrîtanê peyamek ji jinên ciwan re şand û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jiyana herî xweş û rehet ne li derveyî welat e li hundirê welat û di nava şoreşê de ye. Bi têkoşîna xwe ya li hember hişmendiya mêr meşandin û serkeftina wê ye jiyana xweş e. Heger em dixwazin azad bibin pêwîst e em di her kêliya jiyana xwe de têbikoşin. Êdî rojên serkeftinê hatine." 
 
Bi dawî bû.