Destdirêjî kir, hat xelatkirin!

  • 09:02 25 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Gulistan Gulmuş 
 
DÊRSÎM - Gumanbarê bi navê Cahît Kiray ku li Dêrsîmê destdirêjî li jina ku li mînîbusê siwar bibû kir, piştî bûyerê hat binçavkirin û piştî rojekê hat berdan. Ayşe Cîhangîr ya destdirêjî lê hat kirin wiha got: “Dibe ku ez dîsa pê re bêm rû hev ji ber vê polîtîka bêcezahiştinê dikare serî li tiştên din bide. Gelek jinên vê dijîn hene.”
 
Li Dêrsîmê mêrê bi navê Cahît Kiray, di mînîbusê de destdirêjî li jina bi navê Ayşe Cîhangîr (23) ya diçû dibistanê kir. Ayşe ku hem bi tacîza fîzîkî û hem jî ya gotinî hat rû hev, tiştên jiya ji JINNEWS’ê re vegot.
 
Parastina cewherî bi kar anî
 
Ayşeyê da zanîn ku ji bo bikeve ezmûnê diçû dibistanê û di mînîbusê de ji aliyê mêrekî ku nas nedikir ve hatiye tacîzkirin. Ayşeyê wiha got: “Bi bedena xwe nêzî min hat. Ez nerehet bûm. Min nerehetiya xwe got. Me nîqaş kir. Piştî vê gavekê çû û heqeret kir. Min got ji min dûr bikeve û pêş de biçe. Lê ji ser cil û bergên min heqeret li min kir û ji ajokar re got ‘hûn çima kesên wisa digirin wesayîtê’. Min jî got ‘tu mirovan neheret dikî, tacîz dikî’. Nîqaşê berdewam kir. Heqeret li min kir. Kulm li min xist. Min jî parastina cewherî pêk anî û kulm lêxist. Vê tundiyê berdewam kir. Kesî bertek nîşan neda. Kesî pêşî lê negirt. Ez çûm emniyetê û min gilî kir.”
 
Şevekê di bin çavan de maye!
 
Ayşeyê daxuyakirin ku çûye emniyetê û bûyer vegotiye û wiha got: “Li ser min travmayek afirî. Em çend saetan li emniyetê man. Wêneyê wî gumanbarî hat. Ew şexs bû. Qeyda sûcê wî jî hebû. Tevî vê demek dirêj ew nedîtin. Piştre min serî li baroyê da. Ez car çûm emniyetê. Gumanbar hatiye girtin lê şevekê maye û berdane. Dosya çûye dozgeriyê. Dibe ku ez dîsa pê re bêm rû hev ji ber vê polîtîkaya bêcezahiştinê dikare serî li tiştên din bide. Gelek jinên vê dijîn hene.”
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li Dêrsîmê bûyerên wisa pir tên jiyîn û wiha got: “Sê sal e li Dêrsîmê dijîm. Gelek bûyerên wisa tên jiyîn. Yek ji van mînakan a Gulistan Doku ye. Lê hewl tê dayîn ser van bûyerên tundiya li ser jinan bê girtin.”