‘Wê PDK hesabê vê çawa bide Gelê Kurd?’

  • 09:04 24 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
WAN - Parlamenterên DEM Partiyê êrişên Tiriyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li hember başûrê Kurdistanê tê meşandin axivîn û diyar kirin ku divê kurd ji van polîtîkayan re bêjin êdî bes e.
 
Tirkiye ji 3’yê Hezîranê şûnde ji bo başûrê Kurdistanê sewqiyata leşkerî dike û bi hevkariya PDK’ê êrişên li hember başûrê Kurdistanê didomîne. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Agiriyê Nejla Demîr û Parlamentera Mûşê Summeye Boz diyar kir ku divê hemû kurd ji van polîtîkayan re bêjin êdî bes e.
 
Parlamentera DEM Partiyê Nejla Demîr da zanîn ku salên 90’î de bi mîlyonan kes ji warên xwe hatine kirin û îro jî bi polîtîkayên AKP-MHP’ê li hember Gelê Kurd êriş pêk tên.
 
Gelê Kurd vê qebûl nake 
 
Nejlayê da zanîn ku PDK bi salane bi hevkariya AKP-MHP’ê êrişan dimeşîne û hewl dide tifaqê bike. Nejlayê wiha got: “Li ser dijminahiya li hember kurdan koalîsyonek mijara gotinê ye. Tirkiye li hember axa Başûr operaysonê dike û bi PDK’ê re tifaqê dike. Bi hevkariya PDK’ê dike. PDK bi salane bi AKP’ê re vê hevkariyê dike. Lê Gelê Kurd vê qebûl nake. Li dijî vê têkoşînê dimeşîne. Têkoşîna bi rumet a Gelê Kurd wê van têkiliyan hilweşîne.”
 
‘Divê em hemû li dijî vê bisekinin’
 
Nejlayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Destilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkayên înkar û îmhayê yên sedsalî dewr girtine. Hewl dide Gelê Kurd ji têkoşînê şûnde gavê bavêjin.  Lê divî li dijî van polîtîkayên desthilatdariyê bisekinin û meşandina têkoşînê berpirsyariya me hemûyane.”
 
‘Wê hesab bidin Gelê Kurd’ 
 
Nejlayê da zanîn ku têkiliya PDK û deshtilatdariyê tifaqek rant û şer e û wiha domand: “Heta niha li herêma Federal a Kurdistanê ji 300’î zêdetir gund hatine valakirin. Xweza hatiye galankirin. Gelê wir hatiye koçberkirin. Qerekol hatine avakirin. Çavkanî pêşkêşî şîrketên tirk tên kirin. Pêvajoyek şerê nû hatiye desptêkirin. Lê wê  hesabê van êrîşan bidin Gelê Kurd. Em Gelê Kurd wê vî şerê qirêj vala derxînin. Yên herî zêde ji şer bandor dibin jin û zarok in. Em ê vê pergalê  bi berxwedan û têkoşîna xwe biguherin. Divê Gelê Kurd li dora yekitiya neteweyî li dijî vê hevkariya PDK'ê bidin yek. Divê tu kes bê deng nemîne û li ber xwe bide.”
 
‘PDK’ê bikar tînin’ 
 
Parlamenera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî wiha vegot: “Divê rejîma şer polîtîkayên şer baş bên dîtin. Li hember kurdan li hember destkeftiyên kurdan polîtîkayeke zextê ya cidî tê meşandin. Li Bakur û Başûr heman mînak xwe didin der. Li Rojava li hember Kurdan li hember destkeftiyan êrîş û mudaxale hene. Li her çar parçeyê Kurdistanê şer tê meşandin. Di vî alî de bêguman hevkarî heye. PDK’ê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin. PDK girêdayê xwe kirine. Ji bo herêmê bê mirov bihêlin ji her alî ve êriş tên meşandin. Tirkiyeyê artêşa xwe li Iraqê bicih kiriye. Gelek gund hatine valakirin. Gelek kes hatine koçberkirin. Em ê encamên vê rojê pêş de bi aşkera bibînin.”
 
‘Jin tunebe ew ne şoreş e’ 
 
Sumeyeyê da zanîn ku salvegera şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinê hatiye kirin tê pîrozkirin û da zanîn ku bi pêşengiya jinan li Rojava li dijî DAIŞ’ê têkoşînek mezin hatiye dayîn û şoreş pêk hatiye. Summeyeyê daxuyakirin ku bêyî jinan şoreş ne pêkane û wiha got: “Li hember Başûrê Kurdistanê êrîşên dijwar hene. Divê hemû Kurdên li cîhanê ji vê polîtîkayê re bêjin bes e û li dijî vê bisekinin.”