Kedkarên çapemeniyê 24’ê Tîrmehê bi sansurê pêşwazî dikin

  • 09:03 24 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - 24’ê Tîrmehê ku roja rakirina sansurê ye, rojnameger dîsa bi sansurê vê rojê pêşwazî dikin û li dijî kesên ku rastiyê vedişêrin têkoşînê dimeşînin.
 
Sansura ku ji dema Osmaniyan de didome, di 24’ê Tîrmeha 1908’an de bi îlankirina Duyemîn Meşrutiyetê, bi şikadina biryara ku rojname nexistin buroyên memurên sansurê re îro wek ‘roja şikandina sansurê’ tê binavkirin.di dîrokê de gelek nêrînên ji hev cuda bên jiyîn jî Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê, biryara îlankirina ‘Roja têkoşîna ji bo azadiya çapemeniyê’ ji bo vê rojê dan.  Bi rakirina sansurê re ev roj wek ‘cejna çapemeniyê’ tê zanîn. Ev roj li Tirkiye û Kurdistanê di bin sansurên kêfî de tê pêşwazîkirin.
 
Rojnamegeran derbarê 24’ê Tîrmehê Roja Têkoşîna Ji bo Azadiya Çapemeniyê de axivîn. 
 
Girîngiya agahiyên rast û bê sansur
 
Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglu, balkişand ser girîngiya agahiyên bê sansur û wiha got: “Em dibêjin cejna çapemeniyê lê li cihê ku azadiya çapemeniyê tunebe em nikarin behsa cejna çapemeniyê bikin. Ger agahiyên rast bigihêjin gel wê demê azadiya çapemeniyê ye. Li Tirkiyeyê qedexe di asta herî jor de ne. Rastî jî bi qasî nan û avê hewcedariye. Ji ber vê jî zextên li ser çapemeniyê li ser hemû civakê dike.”
 
‘Çapemeniya azad hem şewat da hem jî sedema wê lêkolîn kir’
 
Dîcleyê, du gundiyên ku di 11’ê Îlona 2020’an de li navçeya Şax a Wanê ji helîkopterê de hatine avêtin bibîr xist û da zanîn ku heta ku rojnamegeran ev bûyer dernexistibûn holê kesî îşkence nizanibû û wiha dirêjî dayê: “Li Amed-Mêrdînê şewat derket. Walîtiyê bêyî tu lêkolînê bike, hema gor ji ber şewata pûş pêk hatiye. Li wir 15 welatiyî jiyana xwe ji dest da. Zevî tune bû. Xweza ekosîstem têk çû. Hemû çapemeniyê şopand. Gotinên welatiyên wir, pêşengiya çapemenî û rêxistinên civaka sivîl girîng bû. Lê ev nehat kirin û bi gotinên desthilatdariyê sînor man. Çapemeniya azad çû wir û bi gel re axivî. Kite kiteyên bûyerê dan. Bi saya vê her kes tişt derket holê. Rayagiştî ev qebûl kir. Ev bi raporan jî hat piştrastkirin. Çapemeniya azad hem şewat hem jî sedemên wê lêkolîn kir.”
 
‘Ji ber berxwedan ranewestiyaye em jî ranawestin’
 
Dîcleyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku berxwedaneke rojnamegerên kurd ya bidawî nabe heye û wiha dawî lê anî: “Beriya her tiştî em behsa kevneşopiyekê dikin. Ji bo xwe bigihînin heqîqetê têkoşîneke ku 50 sal zêdetire tê meşandin heye. Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da û di vê nokteyê de rastiyeke têkoşîna gel heye. Em kesên vî gelî ne. Em qirkirin, îşkenca li vî gelî hatiye kirin vedibêjin. Ev berwedan tu carê nesekinî û wê nesekine.”
 
‘Sansur hat rakirin’
 
Rojnameger Guneş Ocaga jî destnîşan kir ku azadiya çapemeniyê ji bo rojnamegeran girîng e û wiha domand: “Em geşedanên civakê dişopînin. Em ji bo fêdeya gel dixebitin. Ji ber vê jî azadiya rojnamegeran girîng e. Em dengê aliyên civakê ne. Em dengê hêzên ku me sansur dikene jî. Dema titşek tê jiyîn em radigihînin.  Lê mixabin sansurek heye. Belkî 24’ê Tîrmehê de sansur hatibe rakirin jî ev sansur mixabin didome. Dema nûçe tên sansurkirin ev rastiya xwe jî winda dike. Em hewl didin bibind engê hemû aliyan. Divê em bi awayekî azad nûçeyên xwe çêbikin.”
 
 
‘Dema azadî hebe wê rastî jî objektîf bê nîşandan’
 
Nûçegîhana Rojnameya Xwebûn Medya Bal jî der barê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û da zanîn ku dema azadî tunebû rastî jî bi awayekî objektîf nayên ragîhandin û wiha domand: “Beriya her tiştî divê şert û mercên ku azadiya çapemeniyê heye bêna firandin. Divê çapmeenî azad be ku rastî jî derketin holê. Dema di hawirek demokratîk de nûçe bên çêkirin mirov dikarin rexne bikin lêpirsîn bikin. Çapemenî ne azad be dikare bê manîpulekirin. Çapemeniya azad di vî alî de wek artêşeke têkoşîna hebûnê dide.”