Dayikên Aştiyê: Bila Barzanî ji vê îxanetê vegere

  • 09:04 20 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê yên Geverê bertek nîşanê êrîşên li hember Başurê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re da û wiha got: “Kî di vê îxanetê de em wan tu carê ji bîr nakin. Heta mirinê wê wek îxanetkar bên dîtin.”
 
Tirkiyeyê di 17’ê Nîsana 2022’an de li hember qadên Zap, Metîna û Avaşîn ya Başurê Kurdistanê êrîş da destpêkirin û didome. Tirkiyeyê ku li gelek nokteyan baragehên leşkerî av akir, li herêmên di bin kontrola PDK’ê de jî nokteyên kontrolê ava kir. Tirkiyeyê ku êrîşên xwe berfireh kir, di hefteya dawî de bi hezaran wesayîtên zirxî sewqê herêmê kir. Dîsa ji bo êrîşan nêzî 800 DAIŞ’ê anîn wan nokteyan bi cih kirin.
Endamên Dayikên Aştiyê yên Geverê Nurten Sancak û Fatma Temel, bertek nîşanê êrîşên PDK’ê dan û diyar kir ku divê demildest Barzanî ji vê şûnde gavê bavêje."
 
‘Gelê Kurd wê vê îxanetê ji bîr neke’
 
Nurten Sancak da zanîn ku ew êrîşên PDK’ê şermezar dikin û got Barzanî îxanetê li gelê Kurd û van axan dike û wiha got: “Em vê îxanetê qebûl nakin. Barzanî bi salane îxanetê dike. Canê gelê Kurd dişewitîne. Bi vê zilmê çi dikeve destê Barzanî. Li Kurdan îxanetê dikin. Êdî bes e. Me çi kiriye. Barzanî ma tu şerm nakî. Gel aştiyê dixwaze tu şer didî meşandin. Ev tişta tu dikî îxanet e. Gelê Kurd wê jibîr neke.”
 
‘Ji vê şaşiyê vegere’
 
Nurtenê bang li Barzanî kir ku şûnde gavê bavêje û wiha domand: “Ji xwe şerm nakî. Bi salane tu îxanetê dijî. Tu ne Kurdî, tu jî dijminî. Te îxanet li gelê Kurd kir û şer da detspêkirin. Demildest ji vê şaşiyê vegere.”
 
‘Ji îxanetê vegere’
 
Fatma Temel jî daxuyakirin ku Barzanî bi xwîna gelê Kurd xwedî dibe û îxanetê li gelê Kurd dike. Fatmayê wiha dirêjî dayê: “Barzanî axa Kurdan difroşe. Gelê Kurd wê îxaneta te ji bîr neke. Gelê Kurd tune be tu ne tiştekî. Saddam ne kurd bû dijminbû lê wisa nedikir. Tu dibêjî ez Kurdim lê îxaneta herî mezin dijî. Demidlest ji vê îxanetê vegere.Ez bang li gelê Kurd dikim. Bila destur nedin vî şerî. Bila her kes rabe ser piyan û dengê xew bilind bike. Wê Barzanî wek îxanetkar derbasî dîrokê bibe.  Divê ji vê îxanetê vegere.”