'Li dijî îxanet û dagirkeriyê em ê pişt gerîlayên xwe bin'

  • 09:02 20 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê derbarê  îxaneta PDK`ê nêrîn û bertekên xwe bi ajansa me re parve kirin û dan diyar kirin ku îro vekirina rêya li dewleta Tirk  ya nava xaka Başûr dagirkirina başûrê  Kurdistanê bi deestê PDK`ê ye.
 
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)  ji bo berjewendiyên kesane bi eşkereyî xiyanetê li berjewendiyên gelê Kurd dike. Li dijî nirxên kurdan ên herî pîroz, pêkanînên ne exlaqî û durî mirovatiyê pêk tine. PDK bi rejîmeke faşist ya weke dewleta Tirk re bûye yek  û li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê şer dike û rê li ber dagirkirina başûrê Kurdistanê vedike. Bertekên li hemberî vê helwesta PDK'ê her ku diçe zêde  dibin.
 
Endamên Meclisa Şehîd Ruken Zerdeşt ên taxa Eşrefiyê ya Helebê Henîfe Hecî û Hêvîn Ehemed derbarê êrîşên li ser başûrê Kurdistanê û helwesta PDK'ê ji ajansa me re axivîn. 
 
Henîfe Hecî ku bertekên xwe yên li hemberî malabta Barzaniyan anîn ziman diyar kir ku îxaneta malabta Barzaniyan ya li dijî gelê Kurd berdewam dike û got, "Ev ne cara yekem ku îxanetek bi vê awayî ji aliyê vê malbatê ve tê meşandin.  Herwiha ji demek dirêj ev qirêjiya xwe didin berdewam kirin di serî de armanca wan tunekirina gelê Kurd e.  Ne tene gel her wiha ziman û çanda me jî tê qirkirin. " 
 
'PDK AKP'ê pêşwaz dike'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Henîfeyê got ku PDK dewleta Tirk di hundir bajarên Başûr de pêşwazî dik  ala dewleta Tirk li ser derî û destgehên bajaran dalqand û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Gelê kurd li dijî helwesta PDKê ev ala qebûl nekirin û ev al daxistin  û Şewıtan din. Yên  ku şerê herî mezin li dijî van dagiker û îxanetkaran didin meşandin şervanên azadiya Kurdistanê ne. Îro şervanên me şervanên azadiya Kurdistan şerê herî giran li dijî dewleta Tirk a dagirker û hikumeta PDK`ê didin meşandin û heta roja îro têkoşîna xwe didomînin."
 
'Yên ku dê tune bibin ew bi xwe ne' 
 
Di dawiya axaftina xwe de Henîfe got ku helwesta PDK`ê wê bervajî li wan vegere  û got:"Îro ev hemû polîtîkayên ku derheqê gelê kurd de tên meşandin ji aliyê PDK`ê ve wê helebet berovajî lê wê vegerin û wê dawî li PDK`ê bînin.  Ji ber ku ew daxwaz dikin ku gelê kurd û şervanên azadiya kurdistan tune bikin lê yê ku tune bibin ew bi xwe ne.  bibe nebe Başûr perçeyek ji Kurdistanê ye, em ê heta dawî piştevaniya gerîlayên xwe bikin."
 
'Her car xeta îxanetê daye pêşiya xwe' 
 
Hêvîn Ehemed jî berteka xwe li hemberî îxanetê da diyar kirin û wiha pê de çû:"Em îxaneta mala berezanî şermezar dikin ku her car xeta îxanetê daye pêşiya xwe û di encamê de her car gelê Kurd dibe hedef.  Ji ber ku di van demê dawî de êrîşên xwe bi ser gundan de birin mal talan kirin û xelkê wan bi darê zorê ji gund derxistin.  Lê şervanên azadiya Kurdistan dibin bersiv li hemberî vê xeta îxanetê."
 
Di dawiya axaftina xwe de Hêvînê got em ê her bi kar û xebata xwe piştgiriyê bidin berxwedana şervanên azadiya Kurdistanê û em ê zarokên xwe di vê rê de mezin bikin heta ku em dawî li îxanetê bînin."