Berxwedana Colemêrgê didome: Em bi gelê û hêza xwe bawerin

  • 14:42 4 Hezîran 2024
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrgê li dijî darbeya qeyûm çalakî hat lidarxistin. Tevî êrîşa polîsan meş pêkhat û piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku wê bi kesên ku dixwazin Tirkiye bi awayekî demokratîk bê birêvebirin re berxwe bidin. 
 
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Li dijî tayînkirina qeyûm, bi pêşengtiya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li navenda bajar çalakî tê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, şandeya Partiya Gel a Komarê (CHP) û gelek rêxistinên civaka sivîl tevli bûn. 
 
Bi bombeyê gazê êrîş
 
Girseyê piştî daxuyaniyê ber bi avahiya şaredariyê ve meş li dar xist. Di dema meşê de girseyê dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Em serokê diz naxwazin” û “Bijî berxwedana Hekkarî” hatin berzkirin. Hatîmogûllari û kesên pê re piştre derbasî Cadeya Bulvarê ya çalakiya rûniştinê lê dihat lidarxistin bûn. Polîsan li vir bi bombeyên gazê êrişî welatiyan kirin. Ciwanan, li hinek kolanan bi keviran bersiv dan polîsan. 
 
Tulay Hatîmogullari, wiha got: “Her kes zarokê bi navê Ebû Hanzala yê di dema dagirkirina Îsraîlê ya Filistînê de nas dike. Hanzala, ji bo protestokirina wan berê xwe dabû rojê. Em jî li vir li dijî zilma Îsraîlê û nûnerê wan ê li vê derê berê xwe didin rojê.”  
 
Vê navberê gelek serokên baroyê jî hatin gel partiyiyan.
 
Hevsreokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir xxivî û da zanîn ku qeyûm tayînê îradeya gel kirin eû got ew vê pêkanînê qebûl nakin û wiha got: “Bi sedsalane îradaya gel nayê qebûlkirin. Bi salane zext tên kirin. Em ê bi hemû hêza xwe pergala wan pêk bibin. Bi şeê li dijî Kurdan aramî wê neyê Tirkiyeyê. Em bi gelê xwe bi hêza xwe bawerin. Emê li dijî van dagirkeran berxwe nbidin.” 
 
Tulay Hatîmogullari jî axivî û da zanîn ku ew li bajarê ku darbeya siyasî lê hatiye jiyîn in û wiha got: “Şaredarên me tên biçavkirin û qeyûm tayînê şûna wan tên kirin. Dora şaredariyê digirin. Wezareta karê hundir kaxizê dişîne.Ev nîşaneya ku dewlet qanûnan li ber çavan nagire ye. Ev teşeyê rêvebirinê ya welat a ji aliyê AKP’ê ve tê kirinê ye. Navê vê faşîzme, darbeye. Em vê darbeya siyasî careke din li vir protesto dikin û qebûl nakin.”
 
Tulayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku mafê hilbijartinê ji bo Kurdan nayê nasîn û wiha domand: “Mafê Kurdan xesp dikin. Yên ku newekheviyê dikin ew in. Em ê biserkevin. Hêzên demokrasiyê hemû bi hev re  li dijî  vê berxwe didin. Em ê li dijî faşîzmê mil bi mil têbikoşin.”