Tayînkirina qeyûm hat protestokirin

  • 15:20 3 Hezîran 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li gelek bajaran hate protestokirin. Di çalakiyan de payama “Em rê nadin faşîzmê” hate dayîn. 
 
Li Şaredariya Colemêrgê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 31’ê Adarê de bi dest xistibû, cara sêyemîn qeyûm hate tayînkirin. Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin, ji peywirê hat dûrxistin û li şûna wî walî Alî Çelîk weke qeyûm hate tayînkirin. Tayînkirina qeyûm li gelek bajaran hate protestokirin. 
 
Amed dê ji faşîzmê re bibe goristan
 
Tayînkirina qeyûm li Amedê li pêşiya AVM’a Ceylanê ya li navçeya Peyasê bi girseyî hate protestokirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Amed dê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Colemêrg a me ye” û “AKP dê hesabê bide gel” hatin berzkirin. Her wiha pankarta “Em li dijî xespkirina îradeyê li ber xwe didin” hate hilgirtin. Tevî dorpêça polîsan jî daxuyanî hate dayîn. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn wiha got: “Em serî li ber we û qeyûmên we natewînin. Bila Enqere vê baş bibihîze; dê qeyûmên we jî mîna we biçin. Çawa hatibin û talankerî kilribin û tu qîmeta wan ji bo gel tune be, dê ji vir û şûnde jî tune be. Gelê me gelekî birûmet e û dê ji vir û şûnde jî destûrê nede qeyûman.” 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî got ku biryara tayînkirina qeyûm derhiqûqtî ye. Çîftyurek, wiha domand: “Gelê Wanê çawa ku biryarên derhiqûqî qebûl nekiribe, dê îro jî qebûl neke. Gotinek heye ku dibêjin ‘heke ker carekê ji rêya biherî re derbas bibe, careke din di heman rêyê de naçe.’ Lê belê ev bû cara sêyemîn ev serî li heman rêyê didin. Gelê Colemêrgê bi vîna xwe ya azad hevşaredarên xwe hilbijart. Tu kes vê derhiqûqtiyê qebûl nake.” 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn jî ev tişt anî ziman: “Di hilbijartinên 31’ê Adarê de tevî ku hemû derfetên dewletê bi kar anîn, tevî hîle û gefan jî gelê me zîhniyeta faşîst û talanker red kir. Faşîzma ku li tevahiya Tirkiyeyê di hilbijartinan de têk çû, ji xwe re ders nederxistiye û hewl dide şaredariya me xesp bike. Tevahiya pratîkên aqilê dewleta faşîst, ji bo êrişên li dijî destkeftiyên gelê kurd dixebite. Li gel xwe, her wiha gel jî neçarî xizanî û bêpêşerojtiyê dike. Em ê careke din planên îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê vala derxînin. Em ê xwedî li Colemêrgê derkevin û rê nedin faşîzmê.” 
 
Êlih
 
Partiyên li Êlihê jî xwestin ji pêşiya avahiya DEM Partiyê ya bajar heta Parka Yilma Guney bimeşin. Di çalakiyê de pankarta “Em ê rê nedin darbeya qeyûm” hate hilgirtin. Her wiha beşdaran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Qeyûm dê biçin dê gel bên” hatin berzkirin. 
 
Polîsan nehiştin girse bimeşe. Di navbera polîs û girseyê de rageşî derket. Polîsan bi bombeyên gazê û guleyên plastîkê êrişî girseyê kirin. Di êrişê de 3 kes hatin binçavkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz di êrişê de ji gazê bibandor bû. 
 
Li vir daxuyanî ahte dayîn Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Mûstafa Mesût Tekîk got ku divê hemû derdorên demokrasiyê diparêzin li dijî qeyûm derkevin û ev tişt anî ziman: “Em ê meydanê ji bo van hovan, ji bo van kesên di keştiyan de bi keyfxweşî dijîn re nehêlin.” 
 
Hevserokê DBP’a Bajar Resûl Çetîn jî wiha got: “Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de winda kir, careke din rûyê xwe yê qirêjî nîşanî her kesî da. Em biryarên van faşîstan nas nakin.” 
 
Riha
 
DEM Partiyê li pêşiya avahiya xwe ya navçeya Curnê Reş a Rihayê çalakî li dar xistin û tayînkirina qeyûm protesto kir. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk bi bîr xist ku partiya wan duh Şaredariya Curnê Reş dîsa bi dest xist û wiha got: “We li Curnê Reş têkçûneke mezin xwar û hûn ê bi darbeya qeyûm a li Colemêrgê jî pir mezin winda bikin. Gelê kurd û Kurdistanê bi tenê nînin. Ji Colemêrgê dest bi êrişê kirin ji ber ku dibêjin qey dê bi tenê were hiştin. Weke sosyalîsteka tirk ez li Curnê Reş radigihînim ku ew ê nekarin bi ser kevin. We tu caran nekarî bi ser kevin.” 
 
Bi domdarî Burcugul ev tişt anî ziman: “Hûn hewl didin bi tifaqa xwe ya bi Ergenekonê re xwe li ser pêyan bigirin. Hûn hewl didin bi rêya şer û kedxwariyê xwe li ser pêyan bigirin. Lê tevî her tiştekî li ser sindoqê hûn têk çûn. Hûn di hiş û dilê mirovan de têk çûn.”