‘Daxwaza me bidawîbûna tecrîdê ye’

  • 09:04 1 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Rêvebera ÎHD’a Colemêrgê Pinar Yilmaz çalakiyên ku li girtîgehan ji ber tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin nirxand û got: “Divê demildest ev tecrîd bidawî bibe û ji bo çalakiyên li girtîgehan bidawî bibin, ev daxwaz bên qebûlkirin.”
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û ev 38 mehe tu agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li girtîgeha Îmraliyê nayê girtin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyên siyasî  çalakiya xwe ji 4'ê Nîsanê ve bi nederketina hevdîtina rûbirû, redkirina hevdîtina bi telefonê û bi çalakiya nederketina dadgehan didomînin. 
 
Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê Pinar Yilmaz, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan nirxand.
 
‘Îşkence li malbatan jî tê kirin’
 
Pinarê daxuyakirin ku tecrîdeke ku ji Îmraliyê destpê kiriye û li hemû girtîgehan belav bûye heye û got: “Abdullah Ocalan û girtiyên ligel wî di bin şertên giran de ne. Şertên wan her diçin giran dibin. Li Îmraliyê her tim 3-6 mehan carê cezayên dîsîplînê tên dayîn. Her tim cezayên dîsîplînê dibirin. Gelo di zindanê de çi dikin ku evqas ceza tê birîn. Ne tenê li girtiyan li ser malbatên wan jî tecrîd pêk tê.  Ji ber tecrîdê niha li Tirkiyeyê çalakî hene. Bi girtiyan re îşkence li malbatên wan jî tên kirin."
 
‘Sedema tiştên li girtîgehan tên jiyîn tecrîd e’
 
Pinarê da zanîn her girtî di çarçoveya demokratîk de xwedî maf in û wiha pê de çû: “Her girtî xwedî maf e ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike, telefonê bike. Di du mehên dawî de 20 malbatên me serî li ÎHD’ê dan. Demek dirêj bû li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê hebû. Ji 4’ê Nîsanê şûnde stratejî guhertin. Sedema tiştên tên jiyîn tecrîd e. Tecrîda li Îmraliyê her diçe giran dibe. Êdî nayê qebûlkirin. Girtiyan bi dehan carî ev anî ziman. Niha malbat jî çalakiyê didomînin. Ji ber wê jî ji zarokên xwe agahiyê nagirin. Di rojên borî de Kenan Kaya du caran krîza dil derbas kiriye, xistine hucreyê lê agahiya malbatê jê tune ye. Malbat rewşa girtiyên xwe nizanin.”
 
‘Pêkanînên kêfî li hemû girtîgehan heye’
 
Pinarê destnîşan kir ku li hemû girtîgehan pêkanînên kêfî hene û girtî bi cezayên dîsîplînê re tên rû hev. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê girtîgeh nokteya esas e. Demokrasî nekeve girtîgehan wê nekeve tu derê welat. Divê demokrasî bê Îmraliyê û hemû girtîgehan. Divê demildest ev tecrîd bidawî be û daxwaza girtiyan bê cih. Daxwaza me jî ev e tecrîd demildest bidawî be.”