Kampanyaya ‘Ne luks e hewcedarî ye’ hat destpêkirin

  • 09:02 1 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Ji Pîrebokên Kampusê Eylul Kara der barê kampanyaya pedên hîjyenîk û tampon ên bê pere û jin dikarin xwe bigihîninê de ku dane destpêkirin, axivî û got: “Daxwaza me ev e ku ped li hemû şaredariyan zêdetir bê belavkirin. Divê jin hîn hêsantir xwe bigihînin ped û tamponan. Ez banga xwedîderketina li kampanyayê li hemû jinan dikim.”
 
Ji ber krîza aborî ya di encama polîtîkayên aborî yên ku deshilatdarî pêk tinin de, li aliyekî xizaniya jinan li aliyê din jî qetilkirina jinan zêde dibe. Fatureya krîzê li jin û xwendekaran tê birîn. Pedên hîjyenîk û tamponên ku hewcedariya sereke ya jinan de divê ji aliyê dewletê ve bihata peydakirin, ji ber buhabûn û bacên tên dayîn xwegîhandina van alavan zehmet dibe. Pîrebokên Kampusê ji bo jin xwe bigihînin van kampanya ‘ne lûks e hewcedariya sereke ye’ da destpêkirin.
 
Ji Pîrebokên Kampusê Eylul Kara derbarê kampanya dane destpêkirin de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
‘Hatina gel hev a jinan ji bo me girîng e’
 
Eylul Kara tim bi jinên ciwan yên kampusê pirsgirêkên ku dijîn nîqaş dikin û li riyên çareseriyê digerin. Eylulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hatina gel hev û rêxistibûna jinan ji bo me girîng e. Em zanîngehan wek qadên azad dibînin lê gelek pirsgirêk li bende me ne. Li dijî zext, êrîş, destdirêjî û zayendperestiya li wargehan rêxistinbûn girîng e. Em jin li dijî vê têdikoşin. Yek ji pirsgirêka mezin jî xizaniya reglê ye.”
 
‘Ne luks hewcedarî ye’
 
Eylulê di berdewamiyê de daxuyakirin ku ew jin nikarin xwe bigihînin ped û tamponan û wiha anî ziman: “Me ji bo pedên bê pere kampanya da destpêkirin. Bi navê ‘ne luks e, hewcedarî ye’ me da destpêkirin. Me di 2022’yan de jî ev kampanya dabû destpêkirin û ji ped û tamponan ji sedî 18 baca bikarhêneriya luksê ji me dihat girtin. Me li dijî vê kampanya da destpêkirin. Em bi pankartek mezin a pedê li kolana Îstîklalê meşiyan. Li Îzmîr û Edenê me dengê xwe bilind kir. Me daxwaza xwe ku bê pere em xwe bigihînin van alavan anî ziman. Li kampusan ped bi pere bin jî em nikarin peyda bikin. Me li dijî vê du kampanyayên îmzeyan da destpêkirin. Em bi ser ketin bê pere ped kirin lavaboyan. Em ê dîsa kampanya xwe bidomînin.”
 
Divê aşiya HPV li hemû kesî bê xistin
 
Eylulê destnîşan kir ku şaredariya bajarê mezin a Stenbolê daxuyaniye ku wê aşiya HPV’ê bê kirin lê ev ji bo hinek kesên ku alîkariya civakî digirin wê bê kirin. Eylulê got divê ji bo her kesî ev aşî bê kirin û wiha pê de çû: “3 Dozên wê 2500 TL ye. Ev me ji pençeşêrê rizgar dike. Li dijî vê me aşiya HPV’ê jî kir kampanya xwe. Divê her kes xwe bigihîne ped û tamponan. Daxwaza me ev e ku bê pere be û her kes bikaribe xwe bigihinê. Ez bang li hemû jinan dikim ku xwedî li kampanyayê derkevin.”