'Em ê bikarin bi hev re jiyaneke xweş ava bikin'

  • 14:20 31 Gulan 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di Lijneya Giştî ya TMMOB’ê de axivî û wiha got: “Ji bo azadiya girtiyên doza Kobanê û Geziyê divê em bi hev re têbikoşin.” 
 
Lijneya Giştî ya Asayî ya 48’an a Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) ku dê du rojan berdewam bike, li Navenda Çandê ya Kocatepe ya navçeya Çankaya ya Enqereyê dest pê kir. Li eywana lijneyê pankarta “Ji bo Tirkiyeyeke hildiberîne, pîşesaziyê pêş dixe û wekhev parve dike têkoşîn dê bidome” hate daliqandin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û serkên odeyên girêdayî yekitiyê tev li lijneyê bûn. Lijne, piştî hilbijartina dîwanê dest pê kir. 
 
Serokê Lijneya Rêveber a TMMOB’ê Emîn Koramaz ji ewil axivî. Karamaz, bal kişand ser dozên Kobanê û Geziyê û weke dozên kompasê pênase kir. 
 
Kedê pêşkêşî sermayê dikin
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî diyar kir ku girîng e ku lijne di salvegera protestoyên Parka Geziyê de hatiye lidarxistin. Tulay wiha domand: “Ji Akbelenê heta Cûdî, TMMOB li gelek deveran li ser bingeheke demokratîk têdikoşe. Di nava 22 salên dawî de îktîdara herî serkeftî ya polîtîkayên neolîberal meşandî AKP ye. Bi van polîtîkayan, tevahiya xweza, mirov û her tiştên aydê kedê yên li Tirkiyeyê pêşkeşî sermayeyê kir. Îktîdara mîna leblebiyan belav bike rûxsetên madenê belav kir. Van rûxsetan tenê zirar neda xweza, hewa, av û xaka me; her wiha zirar da mirovahiyê û mirovbûnê jî.” 
 
Di berdewamê de Hatîmogûllari destnîşan kir ku AKP berpirsyarê komkujiyên Soma û Licikê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê mixabin hewl dide fatûreya vê li we û li karkeran bibire. Ez careke din dibêjim ku em ê di sedsala duyemîn a kovarê de komareke demokratîk bi hev re ava bikin. Îktîdara AKP’ê ku dijminê zanist û zanyaran e, qadên me yên jiyanê, azadiyên me, qadên me yên kar û hwd. pir teng kiriye. Li dijî vê hewceye em têkoşîneke xurt birêxistin bikin. Her wiha darazê weke çoyekî bi kar tîne û zextê li rêxistinên ked û pîşeyî, hêzên şoreşger û sosyalîst dike. Mînaka vê ya herî şênber jî dozên kompasê yên Kobanê û Geziyê ne. Vê îktîdarê herî zêde zext li me jinan kir.”
 
Herêma erdhejê 
 
Tulay erdhejên navenda wan Mereş bi bîr xist û wiha pê de çû: “Ji bo rantê û guherandina demografyaya herêmê, çeteya pêncan û derfetên îktîdarê seferber kiriye. Di dema erdhejê de me kemçeyek peyda nedikir lê çawa ku kavil hatin rakirin, îhale wergirtin û bi sedan makîneyên kar ketin herêmê. Heke wê rojê seferberî bihata ragihandin, niha gelek canên me bijiyan. Di serî de Antakya, Samandag, Defne û beşekê Osmaniyeyê, gelek dever weke qada rezervê ragihand. Jixwe mexdûrên erdhejê di nava şert û mercên giran de dijîn. Bi wan re bazariyê nekin û bi feraseta mitehitiyê nêzî wan nebin. Peywira cemaweriyê ew e ku bêpere cihê mayînê ji welatiyan re peyda bike. Gelê me naxwaze demografyaya herêman biguhere.” 
 
‘Em ê bikarin bi hev re jiyaneke xweş ava bikin'
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Tulay ev tişt anî ziman: “AKP tenê azadiya mirovan bisînor nake. Di heman demê de avadaniya dîrokî ya welêt û silûetên bajaran diguherîne. Ji bo vê ya ji dest tê dike. Ji bo avakirina nirxên xwe yên çandî gavan diavêje. Di vê mijarê de ji ewil TMMOB, hemû rêxistinên pîşeyî û hêzên demokrasiyê helwestek raber kirin. Heke em mil bidin milên hev dê bikarin berxwedaneke mezin raber bikin. Wê demê em dikarin ji bo pêşerojeke azad gav biavêjin. Em ê bikarin bi hev re jiyaneke xweş ava bikin.” 
 
Her wiha Tulay got ku divê ji bo azadiya girtiyên ji doza Kobanê û Geziyê têkoşîneke hevpar were meşandin. 
 
Lijne, bi axaftina Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel berdewam kir.