Li dijî ‘sermiyanê malbatê’ yê tê xurtkirin: Yekane rê têkoşîne

  • 09:05 31 Gulan 2024
  • Rojane
 
Zelal Tunç
 
WAN - Aktîvîsta femînîst Zozan Ozgokçe  diyar kir ku li şûna pêşî li tundiya li ser jin û zarokan bê girtin bi pakêtên darazê ‘Sermiyanê malbatê’ ya xurt tê hedef kirin. Zozanê got yekane rêya li dijî serdestiya mêr têkoşîne.
 
Li welat tevî qanûnên heyî sûcên li dijî jin û zaorkan her diçin zêde dibin û yekane çarseriya desthilatdariyê pakêtên darazê ne û bi vê re ‘Sermiyantiya malbatê’ tê xurtkirin. Tê payîn ku 9’emîn Pakêta Darazê ya Wezareta Dadê amadekiriye wê piştî cejnê bê meclîsê. Di pakêtê de di qanûna medenî de tê payîn ku guherînên girîng bên kirin. Pêşnûmeya mijara gotinê ye ji 38 xalî pêk tê. Ji Qanûna Cezay aTirk heta Qanûna Medenî û Qanûna Noteran guherîna gelek xalan tê payîn. Sernavên ‘Paşnavê jinan’, ‘Sureyên ku gel biçûk dixîn’ ên xala 187’an a Qanûna Medenî ya Tirk a hejmar 4721’ê tê payîn ku bê guhertin. Di qanûnê de dema jin bizewiciyana paşnavê mêr digirt û li gorî daxwazê dikaribû ya xwe jî bigirta. Di vê xalê de guherîn tê pêşniyarkirin. Desthilatdariya ku jinê tenê bi malbatê sînor dimîne, 'Sermiyaniya malbatê’ xurt dike.
 
Li gorî daneyên ajansa me berhev kirine di 2023’yan de herî kêm 320 jin hatin qetilkirin, 189 jinî bi guman jiyana xwe ji dest da. Di çar mehên ewil yên 2024’an de herî kêm 120 jin hatin qetiklirin û herî kêm 71 jin bi guman jiyana xwe ji dest da. Li Wanê tenê çar mehan de 364 jinî serî li Qanûna Dadgeha Ceza Giran a Baroyê da.
 
‘Sermiyantiya malbatê xurt dikin’
 
Aktîvîsta femînîst Zozan Ozgokçe  tundiya li ser jin û zarokan nirxand û balkişand ser têkoşîna rêxistinkirî ya bi salane li dijî tundiya li ser jin û zarokan dimeşînin û wiha vegot: “AKP’ê di 22 sal desthilatdariya xwe de pir caran li ser ‘malbatê’ sekinî. Ji pêkanînên ku jin û ciwanan dike plana pêş wêdetir, her tim malbat kir navenda xwe. Yekitiya malbatê bi armanca parastina ‘Sermiyanê malbatê’ tê kirin. Her tim pêkanînên ku sermiyantiya malbatê xurt dike esas girtin. Mêr hatin parastin. Hele ku gumanbarên jinan zêdetir hatin parastin.”
 
‘Qanûn bi STK’yan dihat amadekirin’
 
Zozanê got berê li dibistanan perwerda mafê mirovan dihat dayîn û wiha pê de çû: “Qanûna 4327, 6284 û Peymana Stenbolê ya ku pêşî li tundî û îstîsmarê digir hebû. Ev hemû bi rêxistinên civaka sivîl re hatin amadekirin û ketin meriyetê. Di her astê de planên çalakiyê dihatin amadekirin. Di dema desthilatdariya AKP’ê de wezîrên malbatan malbat ji ser zimanên xwe nedan alî. Lê ez niha navê yekî jî nizanim. Ji ber ku weke jinekê ez neparastime. Navenda Pêşîgirtin û Şopandina Tundiyê (ŞONIM) di encama têkoşîna jinan de hat avakirin. ŞONIM di çarçoveya qanûna hejmar 6284 de hat avakirin.  Ewil li sê herêman piştre li hemû bajaran ket faliyetê. Lê niha gelek ji van di bin xetereya girtinê de ne. Mekanîzmayên ku jin û zarokên keç biparêzin tuneye, nemane.”
 
‘Zarokên keç tundiya lê tên kirin nabêjin’
 
Zozanê balkişand ser fehskirina Peymana Stenbolê û got desthilatdariyê hemû mafên hatine bidestxistin hedef girtiye û wiha got: “Pewerdehiyê mafê mriovan qediyan. Perwerdehiyên mahremiyetê tenê li saziyên taybet ên perwerdê tê kirin. Dibistanên dewletê nakin. Zaorkên keç tundiya ku li wan tên kirin, destdirêjî û êrişa tê kirin venabêjin. Çima bêdeng man. Ji ber bêjin jî tiştek naguhere. Li Wanê rojên borî de zarokek destdirêjî lê hatibû kirin. Li ser banga zarokê alîkarî ji bo zarok û malbatê hat dayîn. Gelek kes ji ber tundiya  lê tên kirin venabêjin, tên qetilkirin. Mirinên biguman zêde dibin.”
 
Pergala perwerdê
 
Zozanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo pêşî li tundiya li ser zarokan bê girtin di mufredata perwerdê de pêkanînek tuneye. Derbarê rolên zayenda civakî de perwerde nayê dayîn. Eleqeya li hember zarokan çiye? Eleqeya nebaş çiye? Evîn çiye? Başî û nebaşî çiye? Ji ber ev nayên axaftin agahiya zarokan tuneye. Di bûyerên destdirêjiyê de ji ber gumanbar nayên cezakirin, zarokên keç biçin ku derê jî dizanin ku sûcdar ew tên dîtin û bêdeng dimînin. Yekane riya li dijî vî vê têkoşîne. Ji bilî têkoşînê wekê din rê tuneye.”