'Bila hevdîtin bi Rêberê me re bê kirin'

  • 10:00 30 Gulan 2024
  • Rojane
WAN - Dayikên bi daxwaza "Edaletê bîne hiqûqî bisepîne" laçikên xwe yên spî li ber Wezareta Dadê danîn wiha gotin:"Heta tecrîda li ser Rêberê me ranebe wê ez zilim neqede. Ji bo aştî û aramiyê divê hevdîtinê demildest bi Rêberê me re bikin."
 
Ev 3 sal in ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Çalakiyên "Ji bo Birêz Abdullah Ocalan azadî ji meseleya kurd re çareseriya siyasî" jî didomin. Tecrîd hem li girtîgehan hem jî li gelek cihan tê şermezarkirin. Do jî Dayikên Aştiyê yên Gever û Wanê li Enqereyê li ber Wezareta Dadê li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan laçikên xwe yên spî danîn. 
 
'Bi tiştê ku mafê me ye gefê li me dixwin'
 
Ji Dayikên Aştiyê ya Geverê Fatma Temel, da zanîn tevî astengiyan jî ew daxwazên xwe tînin ziman û wiha got:"Em diçin hesab bipirsin gelo çima li girtîgehan vê zilmê li zarokên me dikin. Dibêjin em edaleta dînî pêk tînin. Em dibînin ev edalet ji bo kurdan tune ye. Çimkî her em edaletê dixwazin bêtir zilm û zext li me tê kirin. Gefê li me dixwin û dibêjin em qeyûman tayînî şaredariyan bikin. Bi tiştê ku mafê me ye gefê li me dixwin. Dixwazin em li dijî zilmê bêdeng bimînin. Lê emê lêgerîna edaletê bidomînin."
 
'Em dixwazin bi Rêberê xwe re hevdîtinê bikin'
 
Kadriye Nilli jî wiha got:"Em dixwazin Serokê me derkeve. Em dixwazin wî bibînin. Em naxwazin zarokên wekî dinê şehîd bikevin. Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin zarokên me têkevin girtîgehan. Em ê ji Wezareta Dadê re bibêjin em dixwazin bi Serokê xwe re hevdîtinê bikin."
 
'Ma zarokên me wê çawa mîna wan bifikire? '
 
Ji xizmên girtiyan Emine Atak jî da zanîn em beramberê lêgerîna xwe ya edaletê nagirin û got:"Em li hêviya edaletê ne. Lê tu edalet nehat. Keça min li girtîgehê ye lê belê ev sê meh in em tu xeberê jê nagirin. Qey zarokên wan xizmên wan tune ne ? Ji zarokên me re dibêjin hûn ê wekî me bifikirin. Ma zarokên me wê çawa mîna wan bifikire? Ew çawa dikarin feraseteke wiha zilmê dike qebû bikin ?"
 
'Yekane çareserî rakirina tecrîdê ye'
 
Emineyê da zanîn Îranê jî zarokên kurdan qetil dike lê aqubeta wan li holê ye, me dît çawa di qezayê de mirin. Emineyê wiha got:"Wê tu zilm bê bedel nemîne. Em li vir careke dinê bang dikin. Sedema zilma li ser zarokên me tecrîda li ser Serokatiyê ye. Heta tecrîda li ser Rêberê me ranebe wê ez zilim neqede. Ji bo aştî û aramiyê divê hevdîtinê demildest bi Rêberê me re bikin."