Jinên tevli xwendina atolyeyê bûn: Nikarin fikrên Abdullah Ocalan tecrîd bikin

  • 09:07 29 Gulan 2024
  • Rojane
 
Rozerin Gultekin
 
STENBOL - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal ku bi çarçoveya çalakiyên ‘deng bide azadiyê’ tevli atolyeyên xwendinê bû wiha got: “Her ku fikrên birêz Ocalan tên xwendin, fêmkirina hejmara kesên bi paradîgma wî bawer dike zêde dibin.” Sosyalîst femînîst Feyzanur Yilmaz jî got: “Bi hepskirina kesekî ya di nav çar dîwaran de nikarin fikrên wî tecrîd bikin.”
 
Di çarçoveya kampanyaya "Ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" li Almanya, Fransa, Îtalya û gelek welatên din ên Ewropayê pirtûkên Abdullah Ocalan di çarçoveya ‘rojên pirûtên Ocalan’ tên xwendin û nîqaşkirin. Li Tirkiyeyê jî di 25’ê Gulanê de di çarçoveya pêngava ‘deng bidin azadiyê’ de li Îzmîrê atolyeya xwendinê hat destpêkirin. Li herêma Marmarayê jî di rojên borî de starta wê hat dayîn. Jinên tevli atolyeyê bûn der barê atolyeyê de nirxandin kirin.
 
‘Hejmara kesên bi paradîgma Ocalan bawer dikin zêde dibin’
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal ku tevli atolyeyê bû, da zanîn ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ne nû ye ev daxwaz bi salane tê ziman û wiha pê de çû: “Ji pêvajoya komployê heta niha gelê Kurd, dostên Kurdan û hêzên demokrasiyê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin. Bi salane tecrîd her diçe giran dibe. Yek ji rojeva herî easa azadiya birêz Ocalan e. Sala îlankirina azadiyan, rojên xwendinên pirtûkên Ocalan, di konferansa de fikrên Birêz Ocalan nîqaşkirin, parêznameyên wî bi zimanên cuda wergerkirin, nîşan dide ku daxwaza azadiya ji bo Ocalan zêde bûye. Her ku fikrê Abdullah Ocalan tên xwendin fêmkirin, hejmara kesên bi paradîgma wî bawer dikin jî zêde dibin.”
 
‘Azadî ferz e’
 
Newrozê daxuyakirin ku atolyeya xwendinê wek parçeyek kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ hatiye organîzekirin û wiha pê de çû: “Ji îlona 2023’yan şûnde li Tirkiyeyê starta kampanyayê hat dayîn Meşa Gemlîkê, meşa azadiyê, banga saziyên civaka sivîl, kampanyayên îmzeyan pêk hatin. Bername û çalakiyên cuda pêk tên. Me jî di bernameya TJA’yê de cihê xwe girt. Pêşniyarên pir alî yên birêz Ocalan der barê krîzê de hene. Fêmkirin û xwendina fikrên Birêz Ocalan ne tenê ji bo azadiya Abdullah Ocalan ji bo azadiya civakê jî ferz e.”
 
‘Nikarin fikrên wî tecrîd bikin’
 
Endama Partiya Tevgera Kedê (EHP) sosyalîst femînîst Feyzanur Yilmaz jî ku beşdarî atolyeyê bû, kêfxweşiya xwe anî ziman û got civînên wisa hişmendiya civakê jî pêş dixîne. Feyzanurê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wek jinên sosyalîst femînîst, der barê azadbûna jinê de atolyeyên wisa girîng dibînin. Divê em di jiyaneke wekheviya jin û mêr heye de bên gel hev. Bi pêşketina tevgera jinên cîhanê û tevgera jinên Kurd em ê vê azadiyê bi dest bixin. Em wek femînîstên sosyalîst tevli van metnên tên xwendin dibin. Em têkoşîna hevjiyana azad bi hev re dimeşînin. Şertên tecrîdê li dijî destûra bingenîn in. Divê destûra bingehîn ji bo hemû gelan wekhev pêk bê. Me hişmendiya ku Abdullah Ocalan daye tevgera jinan bi hev re xwend. Li her derê cîhanê hevdîtin pêk tên û ev metin tên xwendin. Ev hişmendiyekê ava dikin. Bi hepskirina kesekî nikarin fikran tecrîd bikin. Em ê ligel hev têkoşîna vê bidin û wê nikaribin pêşî li azadiya jinan bigirin.
 
‘Divê pirtûkên Abdullah Ocalan bên xwendin’
 
Endama Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Xizmên Xwe Windakirine yên Anatolyayê (ANYAKAY-DER) Turkan Acar jî da zanîn ku divê atolyeyên xwendinê yên wisa bên zêdekirin û wiha dawî lê anî: “Divê gelê me di xebatên ku parêznameyên Abdullah Ocalan tê de cih digirin, bişopînin û perwerdeyê bigirin. Abdullah Ocalan jinê her tim wek pêşeng dibîne. Ji bo vê jî divê herî zêde jin pirtûkên  Abdullah Ocalan bixwînin.”