Katî Pîrî: Rêzdarî tunebe hevkarî jî tune ye

  • 09:05 29 Gulan 2024
  • Ramyarî
 
Melek Avci
 
ENQERE - Parlamentera Hollandayî û Raportora Tirkiyeyê ya berê ya Yekitiya Ewropayê Katî Pîrî biryara Doza Kobanê wek mudaxaleya siyasî nirxand û got: “Biryarên mahkumiyetê xwe dispêrin hiqûqê. Lê ya esas ev daxwaza qesrê bû. Heta ku li dijî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê rêzdarî neyê nîşandan em ê bi hikûmeta Tirkiyeyê nikaribin hevkariyê bidomînin.” 
 
Parlamentera Hollandayî û Raportora Tirkiyeyê ya berê ya Yekitiya Ewropayê Katî Pîrî der barê cezayê ku doza Kobanê de li siyasetmedarên Kurd hatiye birîn nirxand û rol û armanca Yekitiya Ewropa (YE) û saziyên navnetgeweyî ya di mijara pêkanîna hiqûqa gerdunî de bibîr xist. Katî da zanîn ku pirsgirêkên Kurd bi rêbazên leşkerî nikare bê çareserkirin û divê diyalog dîsa bê destpêkirin. Katî got Tirkiye di vê mijarê de ne bi daxwze û pirsên me bersivand.
 
* Tevî ku DMME’ê cara duyemîn biryar da, di doza kumpasê ya Kobanê de li siyasetmedarên Kurd û HDP’iyan cezayên giran hatin birîn? Hûn vê biryarê çawa dinirxînin?
 
Ev bi aşkera pêvajoyeke siyasiye, ne dozek hiqûqiye. Tirkiye endamê Ewropayê ye. Dadgeha herî bilind a Ewropayê ku Tirkiyeyê jî peymanên vê dadgehê îmze kiriye, got ku ev ne doza cezayê ye. Lê demê  nêrîna me ya bo Tirkiyeyê ev e: Xuyaye ev biryarên siyasî ne, yanî yên hedef girtine girtiyên siyasî ne. Ev ne suprîze. Divê em ji Yekitiya Ewropa, Konseya Ewropa û civaka navneteweyî li dijî vê bertekên xurt bibînin.
 
"Ne tenê ji bo doza Kobanê û biryarên Tirkiyeyê ez bi giştî bi fikar im. Hiqûq ji bo parastina mafê her kesî heye. Divê li dijî biryarên dadgehê rêzdarî bê nîşandan."
 
* Hûn vê biryarê li dijî  hiqûqa gerdunî ya Dadgeha Mavê Mirovan a Ewropayê dibînin? Ji ber berê jî Erdogan gotibû ew biryara DMME’ê nas nakin?
 
Îmzekirina peyameneke navneteweyî û piştre jî neecibandin û pêkneanîn nabe. Biryarek wisa nikare bê dayîn. Hiqûqa navneteweyî wisa nabe. Ez ji ber vê bi fikar im. Li rezîliyên tên jiyîn binêrin. Ger di hiqûqa navneteweyî de cotstandardî pêk bên,  ji Tirkiyeyê daxuyaniyên wisa bê wê ev pêk neyê. Em dikevin cîhanek ku hiqûqa gerdunî pêk nayê. Ne tenê ji bo doza Kobanê û biryarên Tirkiyeyê ez bi giştî bi fikar im. Hiqûq ji bo parastina mafê her kesî heye. Divê li dijî biryarên dadgehê rêzdarî bê nîşandan.
 
* Dema biryar pêk neyên, sûcê îşkenceyê pêk bê, li gorî we bandora bêdengiya pergala hiqûqa navneteweyî heye an na?
 
Ev pirsek zehmete. Erdogan di hilbijartina dawî de dît ku piraniya Tirkiyeyê ne li pişta wî ye. Ji ber vê jî  tu serokwezîr an jî berpirsê hikûmetê bî, berpirsiyariya we jî heye. Divê wisa be. Demên berê min Yekitiya Ewropayê di mijara Tirkiyeyê de rexne kiribû. Li gorî min Yekitiya Ewropayê divê ne tenê li ser berjewendiyên koçberî û bazirgaiyê be. Divê her tim bi nirxan piştgirî bê dayîn. Mafê mirovan mijarek girîng e. Bi taybet ji bo Tirkiyeya ku dixwaze bibe endamê YE’yê. Ger ku daxwazek wiha ya wisa hebe ev li ser kaxizê be jî divê berpirsyarî bên cih. Sedema avabûna YE’yê, têkildarî nirxên tên parastinê ye û ger ku ev nirx bên jibîrkirin, hûnê baweriya bixwe jî winda bikin.
 
" Heta ku li dijî biryarên DMME’ê rêzdarî neyê nîşandan wê bi hikûmeta Tirk re hevkarî jî nedome."
 
* Bi hikma Kobanê re, hat gotin ku dema berjwendiyên dewletan dibe mijar agotinê, demokasî, hiqûq û mafê mirovan dibe mijara bazarê. Hûn der barê vê de çi difikirin?
 
Bêguman ez mirovan fêm dikim ku çima wisa dikirin. Carnan cotstandardî Jî pêk bê. Lê mirov ne xwedî hiqûqa navneteweyî bin, ne tevli vê pergalê bin, wê demê wê kaoseke ku ew kes nayê parastinê tê jiyîn. Divê  mirov mudaxale û êrîşê dadgeran nekin. Bi awayekî siyasî mudaxaleyê pergala hiqûqê nekin. Li dijî biryaran rêzdar bin. Heta ku li dijî biryarên DMME’ê rêzdarî neyê nîşandan wê bi hikûmeta Tirk re hevkarî jî nedome. 
 
* Li gorî wê saziyên navneteweyî û Ewropayê ji bo ev mexduriyet ji holê rabin wê gavê bavêjin? An jî li gorî we divê çi bikin?
 
Ez wisa hêvî dikim û divê wisa bikin. Konseya Eropayê endamê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ye.  Dewletên endamên Konseya Ewropayê, biryên DMME’ê tune bihesibînin, divê konsey li dijî vê dengê xwe bilind bike. Ji 40’î zêde welat hene. Ji ber vêjî divê daxuyaniyek zelal bê dayîn.
 
"Ji bo çarseriya pirsgirêka Kurd divê diyalog hebe. Bi leşkerî ev pirsgirêk çareser nabe."
 
* Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd siyasetmedarên Kurd her tim banga diyalogê dikin.  Sê sale agahî  Abdullah Ocalan nayê girtin. Hûn ji bo çareseriyê çi difikirin?
 
Hikûmeta Tirk salên dawî de hemû şaredar guhertin. Hilbijartina berê de gelek siyasetmedarên Kurd hatin girtin. Erdogan tu carê bi aşkera êrîşê Ocalan nekir. Ji ber ji bo diyalgoê hewce bi Ocalan hebû. Hewce bi Birêz Ocalan hebû ji ber ji bo Gelê Kurd kesekî girîng e. Binêrin pêvajoya diyalogê hebû demekê. Wê demê çavê hemû kesî li wir bû. Her kesî digot diyalog tunebe wê Tirkiyeyek demokratîk tunebe. Ji bo çarseriya pirsgirêka Kurd divê diyalog hebe. Bi leşkerî ev pirsgirêk çareser nabe. Ji bo diyalogê hewce bi dengên wek Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdagê heye.
 
* Herî dawî tiştekî hûn bêjin heye? 
 
Gelek Kurdên ku vê dixwînin û dişopînin heye. Bê bizanibin ku gelek siyasetmedarên ku mafên demorkastî yên Kurdan diparêzin hene û li dijî binpêkirin û krîmînalîzekirinan dengê xwe bilind dikin hene. Ji ber vê jî wek min di 2018’an de jî di Parlamentoya Ewropayê de gotibû û dîsa dibêjim; Em bi te re ne. Spas.